Penaber li şûna Enqerê birin Farqînê

  • 13:07 19 Tebax 2020
  • Rojane
 
 
AMED - Komeke penaberên afgan ku di nav wan de zarok û jin jî hebûn, xapandin û li şûna Enqerê birin Farqînê. 
 
Komeke penaberên afgan ku ji bo biçin Enqereyê, ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bûn. Lê kesên ku koma penaber a di nav wan de jin û zarok jî hene girtin, li şûna Enqereyê ew birin navçeya Farqînê ya Amedê. Kesên di nav kom ji 35 kesan pêk tê de cih girtin, diyar kirin ku xwestine ji bo xebatê biçin Enqereyê lê ajokarê dolmîşê wan danîne erdekî vala yê navçeya Farqînê. Koma penaberan şeva xwe li xeraca navçeyê ya Amedê derbas kirine. Rêxistina HDP’ê ya navçeyê xwarin ji wan re bir û serê sibehê jî ber bi Amedê bi meşê ketin rê.