'Ne jin malbat tê parastin'

  • 09:07 19 Tebax 2020
  • Rojane
WAN - Aktîvîsta TJA'yê Dîlan Yildiz bal kişand ser şîdeta li hemberî jinê ya ku di nava malbatê de pêk tê û got: "Li Wanê şîdeta li hemberî jinê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Şîdeta di nava malê de pêk tê weke pirsgirêka malbatê tê nirxandin û şîdeta li hemberî jinê tê weşartin. Li vir ne jin malbat tê parastin." 
 
Nîqaşên derbarê betalkirina Peymana Stenbolê didome, ligel nîqaşan jin li her qadên jiyanê bertekên xwe tînin ziman. Her wiha jinên ku li kolanan nîqaşên heyî şermezar dikin jî bi êrîşa tund ya polîsan ve rûbirû dimînin. Tên binçavkirin û girtin. Her wiha ligel geşedanên li hemberî Peymana Stenbolê kuştin û şîdeta li hemberî jinê bi her awayî didomin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Dîlan Yildiz derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
Dîlan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên ku li Wanê tê meşandin û got: "Şîdeta li hemberî jinê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Hejmara jinên ku dixwazin doza hevberdanê vekin tên kuştin zêde ne. Jinên ku xwe dighînin me alîkariyê dixwazin. Li Wanê şîdeta di nava malê de her roja ku derbas dibe zêdetir dibe. Wekî 'Mijara malbatî ye' li ser bûyerê tê girtin. Bi hezaran bûyerên bi vî rengî hene. Dema ku jin serî li me dide em dixwazin biçin cem wan, lê belê em bi berteka malbat û mêr re rûbirû dimînin. Naxwazin kesekî biyanî tevlî meseleyên xwe bikin. Li vir ne jin malbat tê parastin." 
 
'Em ê doza Fîlîzê bişopînin'
 
Dîlan, da zanîn ku Fîlîz Karagulle dixwest ku doza hevberdanê veke û bi mirinê re rûbirû ma. Dîlan wiha behsa Fîlîzê kir: "Em ê doza Fîlîzê nêz ve bişopînin. Fîlîz bi her cureyên şîdetê re rûbirû maye. Herî dawiyê bi hewldana xwe ji mirinê filitî ye. Lê mixabin ne Fîlîz tenê bi hezaran jin di nava rewşekî wisa de ne. Lê belê zîhniyeta mêr tenê ji bo malbat belavnebe ket nav hewldanan. Lê belê em ê hertim li cem Fîlîzê bin û em ê şopdarê dozê bin." 
 
'Piştgiriyê didin TJA'yê'
 
Dîlan, daxuyand ku li hemberî jinên ku ji bo mafên xwe têdikoşe doz tên vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek hevalên me hatin girtin. Dema mirov dosyayên wan dinêre mirov dibîne ku alîkarî dayîna jinek bûye sûc. Mînaka herî balkêş jî hevalên me ji ber ku tevlî çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê û 8'ê Adarê bûna hatine girtin. Lê belê jin ligel zext û zordariyê dîsa jî xwedî li TJA'yê derdikevin. Jin dê meşa xwe bi hev re bidomînin."