Roşîn Mehmûd: Her kes ji pêvajoyê berpirsyar e

  • 09:03 19 Tebax 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê ya herêma Firatê û Endama Şandeya Kirîzê Roşîn Mehmûd di derbarê belavbûna vîrûsa Korona yê de wiha got: "Pêvajo cidî û nazik e, divê her kes xwe berpirsiyar bibîne ku em bi hev re bi zerarek herî kêm vê pêvajoyê derbas bikin."
 
Tevî hemû tedbîrên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yên li dijî belavbûna vîrusa koronayê, hejmara kesên heta niha bi vîrûsê ketine her roj zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de ajansa me bi Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê ya herêma Firatê û Endama  Şandeya Kirîzê Roşîn Mehmûd re hevditin kir. 
 
'Pêvajo cidî û nazik e'
 
Roşîn Mehmûd di despêka axaftina xwe de pêvajo nirxand û wiha got: "Di pêvajoya yekemîn a balavbûna vîrosa koronayê de, me weke şandeya kirîzê biryarên girîng girtin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Her wiha riyên di navbera bajaran de hatin giritin ji bo ku em bikaribin gelên xwe biparêzin. Lê di vê pêvajoyê de rewş hemû hat guhertin û li hemû bajarên me kesên bi vîrûsa koronayê ketine hene. Li gor rewşê tedbîrên nû hatin girtin û cihên ji bo karantînayê ji nû de hatin amadekirin. Me jî weke şaredarî û Desteya Ekolojiyê di aliyê paqijiya bajar de rola xwe lîst û me madeya Formolîn û Kilor di paqijkirina hemû bajaran de bi kar anî."
 
'Parastin û tenduristiya bajar berpirsyariya her kesî ye'
 
Di domandina axaftina xwe de Roşîn bal kişand ser tevgera gel di warê paqijiyê de û ev tişt got: "Weke şaredarî erka me ye ku em bajar paqij bikin. Lê em ji gelê xwe jî dixwazin ku di vî warî de piştgiriya me bikin. Me weke Desteya Ekolojiyê 13 hezar dar çandin ku hewaya bajar paqij bibe. Lê divê gelê me jî li van daran xwedî derê  û her kes jî li ber mala xwe bikaribe darekê biçîne. Bi gelemperî em naxwazin ku bar hemû l iser milê şaredariyê bê hiştin. Ev bajar yê me ye, tu kes ji derve nayê ji me re paqij nake.  Loma divê ku her kes xwe berpirsyar bibîne û xwedî li paqijiya xwe û bajarê xwe derkeve. Bi taybet rewşa ku em niha di nav de dijîn, divê ku em tenduristiya xwe zêdetir biparêzin, rûpoş û lepikan bi kar bînin û xwe ji hev dûr bigirin. Ji ber ku heger em xwe biparêzin, em ê derdora xwe jî biparêzin. Heger ku her kes bi vî rengî nêzik bibe û xwedî derkeve em di vê baweriyê de ne ku em ê vê pêvajoya nazik bi hev re bi rehetî derbas bikin."
 
'Divê em xemsar nêzik nebin'
 
Roşîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê herkes pir nazik nêzî vê pêvajoyê bibe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Gelek biryar di vê pêvajoyê de hatin girtin, çûyîn û hatina di navbera herêman de, kombûna di mizgeft, dibistan, park, holên dawetê û konên sersaxiyê de hatin qedexekirin. Lê me derketina derve qedexe nekir. Me xwest ku bi vê gavê gelê me hişyar be û ew jî berpirsariyê bigirin ser milên xwe. Lê mixabin weke ku tê xwestin ev yek nayê kirin. Gelê me tedbîran baş nagirin, rûpoş û lepik nayên bikaranîn, kesên ku bi kar tînin jî şaş bi kar tînin ku li şûna xwe biparêzin, jiyana xwe zêdetir dixin xeterê. Ji ber vê em ji gelê xwe re dibêjin ku divê hûn bi berpirsyarî tevbigerin.  Dewletên ewqas navdar di aliyê tendirustî û aborî de li hember vê vîr]sê hilweşiyan, loma divê ku em xemsar nêzik nebin."