‘Kampa Serêkaniyê wê pêşwaziya koçberên li dibistanan bike’

  • 09:01 19 Tebax 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Hevseroka Desteya Kar û barên Civakî ya Herêma Cizîrê Gulîstan Oso tekez kir ku avakirina Kampa Serêkaniyê ji bo parastina tenduristiya koçberên li dibistanan hatine bicihkirin e û got: ”Di 20’ê mehê de em ê koçberên li dibistanan hatine bicihkirin li kampê pêşwazî bikin. Me ji bo parastina koçberan û rewşa wan ya tenduristî ev xebat da meşandin û kampeke nû ji wan re avakir.”
 
Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê di 9’ê Cotmehê de bi çekên giran û qedexekirî êrîşî şêniyên Serêkaniyê kirin.  Di encamê de nêzî 300 hezar kes koçberî bajarê Hesekê bû. Rêveberiya xweser ji bo bicihkirina koçberan û parastina wan ji sermaya zivistanê, ew li dibistanan bi cih kiribûn. Niha jî ji bo parastina van koçberan ji Vîrûsa Koroayê wê wan derbasî kampê bikin.  Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Kar û barên Civakî ya Herêma Cizîrê Gulîstan Oso nirxandin kir.
 
‘Belavbûna koronayê jiyana koçberan dike xeterê'  
 
Gulîstanê da zanîn ku belavbûna koronayê jiyana koçberan dike xeterê û wiha berdewam kir: ”Di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk êrîşî Serêkaniyê kir.  Di encamê de bi hezaran mirov ji neçarî koçber bûn.  Ji bo bichkirina koçberan Rêveberiya Xweser dibistan ji koçberan re vekirin ku wan ji sermaya zivistanê biparêzin. Paşê Kampa Waşûkanî hate avakirin, lê ji ber hejmara zêde ya koçberan têrî hemûyan nekir.  Niha nêzî 450 malbat li dibistanan hatine bicihkirin. Di vê rewşa heyî de ev yek xeteriyê ser jiyana wan çêdike. Ji ber ku  di dibistanan de ji malbatekê zêdetir di odeyekê de hatine bicihkirin. Ji ber wê em ê wan li kampê bi cih bikin.”
 
‘Qada perwerdeyê girîng e‘
 
Gulîstanê bal kişand ser bandora koçberiyê li qada perwerdeyê û wiha domand: ”Qada perwerdeyê qada herî girîng e. Bichkirina koçberan di hin dibistanên Hesekê de zexteke mezin li ser dibistanên din jî çêdike. Hersê astên perwerdeyê li ser sê beşan di heman dibistanê de dihatin dayîn. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û parastina koçberan ji vîrûsê me kampa Serêkaniyê da avakirin û dê di 20 mehê de koçber li vê kampê bên pêşwazîkirin. Li Kampa Serêkaniyê 2 hezar û 660 kon hatine vedan.  Av û kehrebeya wê jî amade e. Di serî de Rêveberiya Xweser piştîvaniya kampê dike.  Lê pêwist e rêxistinên mafên mirovan destekê bidin koçberan.” 
 
‘Li hember siyasta qirêj têkoşîn pêwist e‘
 
Gulîsatnê wiha dawî li gotina xwe anî: ”Hêzên desthilatdar di aliyê leşgerî, siyasî, aborî, tenduristî û herî dawî qutkirina avê de gel hedef dikin. Armanca wan a sereke şikandina îradeya gelan e. Li dijî siyaseta qirêj têkoşîn pêwist e.  Heta roja îro jî koçberên Serêkaniyê bi derfetên herî kêm jiyana xwe dewam dikin. Em dixwazin vî gelî ji hemû xeteriyan biparêzin."