Seroka Komeleya Rosayê Adalet Kaya hat tahliyekirin

  • 17:55 18 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya hat tahliyekirin.
 
Di çarçoveya operasyona ku di 22'yê Gulanê de li dijî Komeleya Jinan a Rosayê hat kirin de seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya û endama komeleyê Remziye Sizici hatibûn girtin. Daneşîna dosyaya ku Adalet û Remziye jê dihatin darzandin a yekem wekî 9'ê Tîrmehê hatibû ragihandin û hatibû xwestin ku ev dosya bi dosyayên din ên ku derbarê wan de hatibûn vekriin re bibe yek. Lê ev daxwaz hatibû redkirin.
 
Piştî ku ji daneşînê re du roj man dadgehê biryar da ku dosayan bikin yek û daneşîn taloqî îlonê kir.
 
Di çarçoveya îtîraz û daxwaza ku ji aliyê parêzerên komeleyê ve hat kirin Adalet Kaya îro ji Girtîgeha Jinan a Amedê hat tahliyekirin.