'Li dijî zîhniyeta cudakar divê em bibin yek'

  • 17:47 18 Tebax 2020
  • Rojane
STENBOL - Hevserokên KCD, DBP û HDK'ê ku li Stenbolê serdanên xwe didomînin çûn serdana Odeya Endezyarên Înşaetê ku girêdayî TMMOB'ê ye. Di serdanê de Leyla Guven axivî û got, "Gel îro pêdivî bi kesên ku gotina xwe dibêjin dibînin."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de li stenbolê xebatên xwe berdewam dike. Di çarçoveya van çalakiyan de Hevseroka  Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD) Leyla Guven û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, çûn serdana Odeya Endezyarên Înşaetê ku girêdayî Yekitiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB) be.
 
Leyla ya ku têkildarî serdana xwe axivî, diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe û li ser rewşa aborî axivî.
 
'Em mecbûrê ku gel biparêzin'
 
Leyla diyar kir ku krîza aborî bandora xwe li her kesî dike û wiha berdewam kir, "Em jî di nava vê krîzê de hewl didin ku bibin ronahî. Li cihê ku faşîzim lê hebe êrîş jî heye. Armanca wan ku civakê ji hev cuda bikin û rêve bibin. Pêdiviya gel  îro bi kesên ku gotina xwe dibêjin heye. Ji ber wê li dijî cudakariyê divê em bibin yek."
 
'Divê em bibin hevkar'
 
Keskîn Bayindir jî got, hikûmet 5 sal e li ser dijminantiya kurdan hewl dide rejîmeke nûh ava bike û got, "Kesên ji van polîtîkayên AKP- MHP'ê para xwe negirtine tune ne. Li dijî êrîşên li Tirkiye û Kurdistanê divê em bibin hevkar."
 
'Êrîşî her kesên ku dibin asteng dikin'
 
Hevberdevka HDK2ê Îdîl Ugurlu êrîşên li dijî KCD'ê bi bîr xistin û got, "Me jî dikaribû êrîşên hatin krin vegota. Lê ji aliyê KCD û DBP'ê ve vegotina wan guncav tir e û girîng tir e .Lê nayê wateya ku wê heman êrîş li HDK'ê neyên kirin. Faşîzim li Tirkiyeyê di demên dawîn de êrîş dike."
 
 'Dem dema yekitiyê ye'
 
Sekretera ÎKK'ê ya Stenbolê ya TMMOB'ê Cevahîr Efe jî diyar kir ku bi krîza aborî ku li Tirkiyeyê kurd dibe re faşîzimê jî rengê xwe diyar kir û got, "Li Tirkiyeyê muxalefetek parçebûyî heye û îqtîdar jî vê dizane û bi kar tîne. Ji ber ku muxalefet nabe yek di pêşerojê de rojên tarîtir li pêş me ne. Êdî dem dema yekitiyê ye."