Egîtîm-Sen: Hevalên me serbest berdin

  • 14:32 18 Tebax 2020
  • Rojane
ENQERE - Derbarê binçavkirina Sekretera Navenda Jinê ya Egîtîm Senê Derya Yolcû, Şaxên Egîtîm Senê yên Enqereyê daxuyaniyek dan û daxwaza serbest berdana Derya Yolcû û 2 endamên xwe kirin. 
 
Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) yên Enqereyê, derbarê binçavkirina Sekretera Navenda Jinê ya Egîtîm Senê Derya Yolcû û endamên wan Saîm Atilgan û Selman Karasû de daxuyaniyeke hevpar dan çapameniyê. Sekretera Jinê a Şaxa Jimar 2 a Egîtîm Senê ya Enqereyê Canan Çalagan daxuyanî da û xwest ku hevalên wan demildest bên berdan. 
 
Canan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê demek dirêje bi keyfî girtin û birçavkirin pêk tê û got: "Bi zext û zordariya li hemberî civakê dixwazin îqtîdara xwe li ser piyan bihêlin. Xwestin hevalên me bi KHK'ê bêdeng bikin nekarin û niha jî bi binçavkirin û girtinan dixwazin hevalên me bêdeng bikin. Îqtîdar ligel her tiştî bê hiqûqiyê dike û hiqûqa heyî binpê dike."
 
Canan, diyar kir ku li hemberî destkeftiyên jinan êrîş zêde dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em tu carî li hemberî xespkirina mafan paşve gav navêjin. Jin li her tax, bajar û qadên Tirkiyeyê li hemberî êrîşên ku pêk tê li ber xwe didin û dengê xwe dikin yek. Em ê li hemberî her cureyên êrîşê tîbikoşîn û em dixwazin hevalên me serbest bên berdan."