Li taxa Şêx Meqsûdê 6 kes bi vîrûsê ketine

  • 12:47 18 Tebax 2020
  • Rojane
HELEB - Meclîsa Tenduristiyê ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê bi daxuyaniyekê nivîskî hêjmara kesên bi korona ketine ragihandin.
 
Li Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê hêjmara kesên ku bi vîrûsa korona dikevin her ku diçe zêde dibe. Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê tevî ku taxake biçûke jî dikarîbû heta astekê xwe ji vîrûsê biparêzin. Lê ji ber ku sînorên Helebê ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve vekiriye ev yek bû sedem ku vîrûs belavî taxê bibe. Têkildarî mijarê Meclîsa Tenduristiyê ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyekî nivîskî weşand. 
 
Daxuyanî wiha ye: "Vîrûsa koronayê li tevahî cîhanê belav bûye, bi vê yekê di demên dawiyê de rewşên vîrûsê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî derket. Her wiha li Helebê jî li taxên ku di bin serweriya Rejîma Sûriyeyê de nexweşên bi koronayê ketine hene. Di demeke kin de tevî ku tedbîrên li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin girtin, lê vîrûs derbasî van taxan jî bûn. Hêjmara kesên ku li van taxan bi vîrûsê ketine gihîştiye 6 kesan. Ji wan 2 rewş baş bûne û 4 jî di karantîna tenduristiyê de ne.
 
Daxwazên me ji şêniyan heye ku tenduristiya xwe biparêzin û li gor biryarên ku hatine ragihandin tevbigerin. Pêwiste hemû kes bi rûpoş û lepikan di nava deverên giştî de tevbigerin. 
 
Em bi hêvîne kesên ku gumana nexweşiyê bi wan re hebe, bên rewşa xwe kontrol bikin da ku mirovên din jî ji vîrûsê biparêzin. Em şîfaya lezgîn ji nexweşan re dixwazin."