Li Reqayê întîxar û sedemên wê hatin nîqaşkirin

  • 20:05 22 Cotmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk û Komîteya Hevgirtina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser întîxar, bandor, metirsî û rêbazên sînordarkirina belavbûnê atolyeyek li dar xist.
 
Atolye li hola Barîsta ya navenda bajarê Reqayê li dar ket. Di atolyeyê de bi dehan endamên saziyên sivîl, olî, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, rûspî û serokeşîr û endamên Hevgirtina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.
 
Di serî se koordînatora jinan a Hevgirtina Al El Beyt Betûl Hemzawî li ser întîxar, sedemên wê û rêbazên rêgirtina li pêşiya wê, axivî.
 
Betûl Hemzawî diyar kir ku bêhêvî û têkçûna derûnî dibin sedema  întîxaranû got: "Her wiha ji sedemên xwekuştinê vexwarinên alkole û hişbirê ye. Li kêlek wê jî pirsgirêkên di têkiliyan de nexasim têkiliyên bi dost û hevjînê re yên nayên çareserkirin dihêlin mirov berê xwe bide xwekuştinê."
 
Piştre beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Koordînatora Meclisa Jinan a Sûriyeyê Gulan Silêman destnîşan kir ku ji ber zihniyeta baviksalariyê û zexta civakî rêjeya xwekuştina jinan zêde dibe û got: "Pêwist e di vî alî de hişyarî were kirin."
 
Endamê Saziya Kar û barên Olî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Reqayê Yehya Mehmûd wiha axivî: "Di Îslamê de xwekuştin heram e û yek ji sûcên herî mezin ên ola Îslamê ye."
 
Beşdaran teqezî bi girîngiya hişyarkirina civakê li ser vê diyardeyê kir, nexasim ku zanabûna malbatî di vê yekê de roleke mezin dilîze.Piştre belgefîlmek li ser xwekuştinê û metirsiyên wê hat pêşandan.
 
Di dawiya atolyeyê de encamname wiha hat diyarkirin: “Dermanê derûnî were peydakirin; ji ber ku piranî rewşên xwekuştinê derûnî ne, ji lew re divê civakê li ser xeteriyên hişbirê û vexwarinê alkole û bandorên neyênî li ser bikarhêneran were hişyarkirin, li kêlek wê jî diyardeya bêkariyê were sînordarkirin.”