Şêniyên Zirganê: Gelo em ê xwe ji êrîş û vîrûsê çawa biparez in?

  • 09:05 18 Tebax 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Rojên borî navçeya Zirganê hat topebaran kirin û kesek jiyana xwe ji dest da. Şêniyên li Zirganê gotin: "Aliyek virûsa koronayê û aliyek jî êrîş hene em nizanin em ê xwe ji kijanê biparêz in?" 
 
Ligel dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spiyê niha jî cih û warê sivîlan topebaran dikin. Rojên borî navçeya Zirganê hat topbaran kirin û di encamê de sivîlek birîndar bû. Wekî her car hêzên Rûsyayê li hemberî êrîşan bêdengiya xwe parastin. Şeniyên li vir ji aliyek li hemberî topebaranê û aliyek jî li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) xwe diparêzin. Derbarê mijarê de şêniyên Zirganê axivîn. 
 
Edûla Mihemed kêliyên topebaranê wiha vegot: "Di saet 04:00'ê berbangê de pevçûn dest pê kirin. Paşê êdî navçe bi çekên giran û hawanan ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ve hat topebarankirin. Em li jor ser xanî raketîbûn, dema ku me bihîst me zarok daxisitin jêrê û em ji malê dûrketin. Çend parçeyên hawanê li mala min jî ketin. Ne cara yekemîn e em tên topebaran kirin. Tevî ku dizanin em sivîl in jî, lê her car me topebaran dikin."
 
'Rûsya dîsa bêdeng bû' 
 
Edûlê got ku qaşo Rûsya berpirsa vê agirbestê ye û ew her roj tên topebaran kirin û wiha axivî: "Em bi şev û saetên berbangê bi topebaranê re rûbirû dimînin. Di encamê de gelek kes birîndar dibin. Lê heya niha me rûyê Hêzên Rûsyayê li taxa xwe nedîtiye û me tu daxuyanî jî derbarê êrîş û topebarana dewleta tirk ser sivîlan, jê nebihîstiye. Rûsya bi erkê xwe tevnagere." Edûle wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em di vê rewşê de nikarin ji malê xwe derkevin. Aliyekî şer e û aliyekî korona heye. Êdî ji ber êrîş û topebarana dewleta tirk em nikarin xwe ji koronayê jî biparêzin. Em bang dikin ku dagirkerî ji xaka me derkeve ku em bikaribin li hember vê vîrûsê bisekinin."
 
'Zarok bi nexweşiyan re rûbirû mane'
 
Sara Abdulla got ku ji ber êrîş û topebaranê zarok bi nexweşiyan re rûbirû mane û wiha got: "Di rewşên şer de yên herî zêde zirarê dibînin zarok in. Niha ji ber êrîş û topbaranê zarok gelek ditirsin û ji ber vê tirsê jî nexweş dikevin. Ev çend roj in kurê min ê yek salî bi zerikê ketiye û em nikarin wî bibin cem bijîşkan jî. Em hêvî dikin ku êdî ev şer raweste."