'Dê bi axaftinê zimanê dayikê bê parastin'

  • 09:04 18 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Şêniyên li Amedê bal kişandin ser polîtîka û nêzikatiya gel a li hemberî zimanê dayikê û gotin: "Her roja ku derbas dibe axaftina bi kurdî di nava civakê de kêm dibe. Hem zext û hem jî nêzîkatiya malbatan rê li ber pêşketina ziman digire. Ji bo parastina ziman divê di her qada jiyanê de kurdî bê axaftin."
 
Polîtîkayên bişaftinê ya li hemberî zimanê dayikê bi her awayî didomin. Qedexeyên li hemberî ziman û astengiyên li hemberî perwerdeya zimanê kurdî rê li ber pêşketina ziman digire. Zimanê tirkî di jiyana rojane ya kurdan de bûye serdest û êdî axaftina bi kurdî kêm dibe. Çend di navbera temen mezinan de axaftin bi kurdî heye jî lê di navbera ciwanan de axaftina bi kurdî nîne. Derbarê mijarê de me nêrîna şêniyên Amedê girt. 
 
Hulya Aslan, di axaftina xwe de bal kişand ser zextên li hemberî ziman û got: "Zextên li ser ziman nayê qebûlkirin, ez bang li gel dikim ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Ger ku kurd bibin yek bi awayekî dikarin li hemberî hemû zextan bên û ziman jî di nav de. Kesek nikare zimane me ji holê rake lê divê em jî xwedî li zimanê dayikê derkevin. Em jî dixwazin zimanê xwe bi awayekî azad bikarbînin. Bila qedexeya li ser zimanê me rabe. Ji ber ku bikaranîna zimanê dayikê mafê me ya herî bingehîn e. Divê gelê me bi giştî xwedî li zimanê xwe derkeve.”
 
‘Li her qadê bi zimanê xwe biafiin' 
 
Melîha Bextîyar, da zanîn ku divê her tim bi zarokan re kurdî bê axaftin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em kurd in û zimanê me kurdî ye. Em van polîtîkayên li ser ziman qebûl nakin. Divê em kurd ji bo mafê zimanê xwe bertekan nîşan bidin ku heta mafê zimanê xwe bidest bixin. Zimanê kurdî xweş e û eslê me ji zimanê me tê. Ji bo pêşîlêgirtina van polîtîkayan jî divê em bi zarokên xwe re bêhtir kurdî biaxivin. Ji ber ku zarokên me nifşên me ne ku bingeha zimanê pêk tînin. Ji ber vê yekê divê em zarokên xwe li gorî çanda kurdî mezin bikin. Bang li hemû kurdan dikim ku bila li her her qadê bi zimanê xwe biaxifin." 
 
‘Em naxwazin zarokên me zimanê xwe ji bîr bike'
 
Remziye Yun, destnîşan kir ku zarok li dibistanan zimanê xwe ji bîr dikin û ev tişt anî ziman: “Ziman her tişt e. Ji bo em zimanê xwe winda nekin divê bêhtir bikevin nava hewldanan. Ger ku ziman winda bibe em jî winda dibin. Divê Gelê Kurd di vê hişmendiyê de be. Eslê min çibe divê zimanê min jî divê wisa be. Em dixwazin kurdî jî wekî tirkî azad be. Em çawa bi zimanê xwe diaxivin, dixwazin zarokên me jî wisa biaxivin. Zarokên me diçin dibistanên tirkan piştre êdî zimanê xwe ji bîr dikin. Em naxwazin zarokên me zimanê xwe ji bîr bikin." 
 
‘Ji bo pêşketina ziman divê xebat bên kirin' 
 
Hakîme Polat, diyar kir ku zextên li hemberî zimanê dayikê nayê pêjirandin û got: "Her tim êrîşê li zimanê me dikin. Xwezî me jî wekî herkesî bi rehetî bikariya bi zimanê xwe bijiya. Zimanê me ne azad e, ji ber vê em jî ne azad in. Ez bawerim ku gelek malbat dixwazin zarokên wan bi kurdî biaxivin lê derfetên me zêde tune ne. Divê ji bo pêşketina zimanê hîn zêdetir xebat bê kirin.”
 
‘Nifşa nû bi tirkî diaxife' 
 
Şûra Çap, anî ziman ku ji ber nifşa nû ziman her ku diçe winda dibe û wiha axivî: “Ez li ser erdnigariya Kurdistanê dijîm ji ber vê yekê divê ez kurdî biaxivim. Lê her ku diçe nifşa nû di hêla zimanê xwe yê dayikê de lawaz dibe. Gelek kurd li şûna ku bi zimanê xwe biaxife bi zimanê tirkî diaxife. Mixabin ez jî zimanê xwe ewqas nizanim. Ew jî encamê polîtîkayên li ser zimanê kurdî ye. “