'Polîtîkayên qirêj li herêmên dagirkirî tên meşandin’

  • 09:03 18 Tebax 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn diyar kir ku li herêmê polîtîkayên qirkirinê bi her awayî tê meşandin û got: "Niha dewleta dagirker hejmareke mezin çeteyan derbasî herêman dike û perwerde dike. Ev çete jî sûcên dijmirovahiyê pêk tînin."
 
Piştî ku herêmên weke Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Izaz û Cerablos hat dagirkirin êdî jiyan li wan herêman veguherî qadên kuştin, revandin, tecawîzkirin, talankirin, dizîn û firotinê. Xwezaya herêmê xerab kirin û gelê li vir koçberbûn. Li şûna koçberan jî malbatên çeteyan hatin bicihkirin. Ji hêla dewletên dagirkerve di nava civakê de tora fihuşê tê pêşxistin. Di derbarê mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn ji ajansa me re axivî. 
 
‘Kiryarên bê ehlaqî tên kirin’
 
Macîdeyê di destpêka axaftina xwe de behsa polîtîkayên qirkirinê kir û got: "Polîtîkaye ku niha dewleta tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî dide meşandin, armanc jê ew e ku çand, ziman, xweza û hebûna gel ji holê rake. Kiryarên ku di derbarê kûştina jinan, zarok û ciwanan de tên kirin ne ji rêzê ne.  Dijmin vê dide diyar kirin ku gelê herêmê di nava metirsiyê de bihêle ku gel nebin xwedî helwest li hember serweriya wan û serî hilnedin. Roj bi roj li herêmên dagirkirî mirov tên revandin paşê bi rengekî hovana tên qetîlkirin. Her wiha rojane teqîn li van herêman pêk tên û di encamê de jin, zarok û mirov dibin qurbanî. Artêşa bi nava Hemzat û Sultan Mûrad bi rengekî bê exlaqî êrîşî malên gel dikin û bi darê zorê malên wan desteser dikin."
 
‘Bi yekitiyê dê dagirkerî têk biçe' 
 
Macîde, da zanîn ku êrîşên ku li ser civakê pêk tên her roja ku derbas dibe zêde dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di destpêka şerê li Girê Spî û Serêkaniyê de dewleta tirk kiryarên xwe yên qirêj li ser gel dane meşandin. Ev cara duyemîne ku Girê Spî tê dagirkirin û heman siyaset lê tê meşandin. Li hemberî van kiryaran pêwiste gelê herêmê helwesta xwe nîşan bide. Pêwist e dewletên navnetewî jî sînorekî ji dewleta tirk deyne. Niha dewleta tirk hejmareke mezin ji çeteyên xwe derbasî van herêman kiriye û wan perwerde dike. Ev çete jî sûcên dijmirovahiyê pêk tînin. Li gorî berjiwendiyên dewleta tirk tevdigerin û civakan di komkujiyan re derbas dikin."