Di şerê nava du malbatan de jinek giran birîndar bû

  • 08:46 18 Tebax 2020
  • Rojane
WAN - Li taxa Xaçortê ya girêdayî Rêya Armûşê di şerê ku di nava du malbatan de derket jina bi navê Husna Işik giran birîndar bû.
 
Di şerê ku li taxa Xaçortê ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di navbera du malbatan de derket jina bi navê Husna Işik (50) giran birîndar bû. Husna ya birîndar, ji liyê şêniyên taxê ve rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
 
Helîme ya rakirin nexweşxaneyê li beşa lênêrtina giran tê dermankirin.