Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê Derya hat binçavkirin

  • 16:56 17 Tebax 2020
  • Rojane
ANTALYA - Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê Derya Yolcû hat binçavkirin.
 
Sekretera Jinan a Navenda Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Derya Yolû, di çarçoveya operasyoneke navenda wê Mûşê, li Antalyayê hat binçavkirin. Derya ji bo ku beşdarî Kongreya Sendikaya Piştevanî û Alîkariyê ya Hindekarên Dibistana Seretayî (Îlk-Sen) bibe, diçe Antalyayê. Derya piştî kongreyê diçe serdanan malbata birayê xwe û li wê derê tê binçavkirin. 
 
Hat diyar kirin ku Derya birin Mûşê.