Şandeya KCD û DBP'ê li Mêrdinê civînên xwe didomîne

  • 14:04 17 Tebax 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Şandeya KCD û DBP’ê li Mêrdînê civînên xwe didomîne. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, da zanîn ku hewldana Abdullah Ocalan û têkoşîna kurdan jehrkuja pergala faşîst e.
 
Ji bo piştgiriya Bernameya Têkoşîna Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li 8 bajaran bername organîze kir. Şande îro jî çû Mêrdînê. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz çûn serdana rêxistina bajêr a HDP’ê ya li Mêrdînê.
 
Salîha, di serdanê de diyar kir ku pergala kapîtalîst pandemî ji xwe re kiriye hincet û dixwaze li her derê kapîtalîzmê ava bike. Salîha, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî vê jî hêzên demokrasiyê li dijî faşîzmê li her derê têkoşînê didomînin. Heke li Tirkiyeyê zemîneke demokratîk ava nebe û doza kurd bi rêyên demokratîk nayê çareserkirin wê faşîzm û dîktatorî ava bibe." 
 
Salîha, diyar kir ku hewldana Abdullah Ocalan û têkoşîna kurdan jehrkuja pergala faşîst e û ev tişt got: “Têkoşîna ku kurd daye destpêkirin ji aliyekî ve dibe hêvî. Aliyên ku taritiyê israr dikin li hemberî têkoşînê çi ji destê wan tê teqsîr nakin. Heke dixwazin siyasetê bikin divê statu, ziman, çand û dîroka kurdan nas bikin."
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku tê xwestin KCD îllegalîze bikin û lê KCD dê li dijî êrîşan li ber xwe bide. 
 
Şandeya KCD û DBP’ê wê biçe serdana rêxistinên civakî yên sivîl.