Salîha Aydenîz: Tekane rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e

  • 10:22 17 Tebax 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, derbarê bernameya ku li 8 bajaran hatî destpêkirin de diyar kir ku tekan rêya çareseriya pirsgirêkan têkoşîna hevpar a demokratîk e. 
 
Di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) plansaziya xwe ya 13 rojan aşkera kirin. Di çarçoveya bernameyê de dê 8 bajar bên ziyaretkirin. Li herêmê Dêrsim, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg û Wan, li rojavayê jî Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê dê çalakî û bername bên lidarxistin. Berma di 15'ê tebaxê li Dêrsimê dest pê kir. Derbarê bernameyê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî.  
 
Salîha, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pergala ku di sala 2017'an de li Tirkiyeyê hatî afirandin û got: "Bi navê 'Pergala Serokatiyê' pergala dîktatoriyê hat avakirin. Li Tirkiyeyê her tişt girêdayî hev in. Niha li Tirkiyeyê daraz ne bêaliye. Her wiha her roj li jin tên qetilkirin, zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin, hişbir belavî herêmê bûye û xwezaya herêmê tê texrîpkirin. Hem li dervê û hem jî li hundur polîtîkayên şer derketiye asta herî jor. Civak niha bi kaosa siyasî û aborî re rûbirû maye. Li dijî pergala dîktadoriyê tekanê rêya çareseriyê têkoşîna hevpar a demokratîk e."
 
'Li hemberî xebatan êrîş pêk tên'
 
Salîha diyar kir ku di 1'ê hezîranê de HDP'ê belgenameya ku ji 9 xalan pêk dihat aşkera kir û di çarçoveya belgenameyê de bernameyekî 3 mehan hat derxistin. Salîha, wiha derbarê bernameyê de axivî: "Meşek ji Colemêrgê û Edîrnê hat destpêkirin. Ev meş heta Enqerê dom kir. Ev meş ji bo Tirkiyeyê bû hêviyek. Piştî meşa me qada ked û hiqûqê dest bi meşê kirin. Her wiha di vê demê de jin jî li qadan bûn. Di vê demê de li hemberî sazî û dezgehên demokratîk êrîş jî pêk hat. Niha di çarçoveya 'Bernameya Têkoşîna Demokratîk' de DBP û KCD pêvajoya 3'yemîn didomîne."
 
'KCD temsîliyeta rêxistinên sivîl û civakî dike'
 
Hevseroka Giştî Salîha, bal kişand ser xebatên KCD'ê û wiha dom kir: "KCD di sala 2007'an heta îro xebatan dide meşandin. Temsîliyeta rêxistinên sivîl û civakî yên Kurdistanê dike. Ji ber xebatên xwe avahiya me hat mohrkirin û hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Ev tişt parçeyekî tecrîdê de ye. Em ê li dijî pergala tecrîdê pêvajoya 3'yemîn bidomînin û bi sazî, dezgeh û rêxistinên civakî re bicivin û pêvajoya heyî bi hev re binirxînin. Li gorî bernameya ku hatî amadêkirin dê li herêmê 5 û li rojava jî 3 bajaran bername bê lidarxistin û xebat ji hêla du şandeyan vê tê birêvebirin."
 
'Êrîşê destkeftiyên gel dikin'
 
Salîha, behsa xebatên xwe yên li Dêrsimê wiha anî ziman: "Li Dêrsimê şîdeta mêr, fihûş, êrîşên li hemberî ciwanan, talankirina xwezayê û êrîşên li hemberî baweriyan derketiye asta herî jor. Bi tevahî li bajarên Kurdistanê ev tişt pêk tên lê bi taybetî jî ev 5 bajarên ku em ê xebat bidomînin bêtir li pêş e. Li 5 bajaran bi awayekî çetewarî êrîşek li hemberî ked û destkeftiyên gel pêk tê. Em dixwazin bi pêkhatiyên bajar re bên cem hev û rê û rêbazên têkoşînê binirxînin."
 
'Em ê pêvajoya 3 mehan binirxînin'
 
Salîha, destnîşan kir ku di nava 5 salan de gelek caran darbeyên siyasî pêk hatin û got: "Ji 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê re çend roj man. Me jî bermeyekî bi vî rengî danî li ber xwe. Em jî dizanin bi vî bernameyê em nikarin pirsgirêkan çareser bikin, lê em dibêjin dê têkoşîna me bidome. Piştî bernameya 3 mehan em ê bi sazî û dezgehên demokratîk re bicivîn û nirxandina 3 mehan bikin. Piştî nirxandinan em ê rêyek din xêz bikin. Lê belê xebatên jinan dê bidomin û dê heta 25'ê Mijdarê çalakî û bername bên lidarxistin."