'Çeteyan îşkence li min kirin û hemû laşê min kirin birîn'

  • 09:06 17 Tebax 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Jina ji Efrînê ya bi navê M.B. a ji ber îşkenceya komên girêdayî dewleta tirk ve reviya Helebê da zanîn ku hemû canê wê bûye birîn û wiha got:"Çeteyên dewleta tirk ên li Efrînê îşkence li min kirin. Bi zopeyan li min dan û destên min şikandin. Ez ji mirinê bi zorê xilas bûm. Li Efrînê nema jiyan tê qedandin. Her roj sivîl tên revandin û pereyan ji malbatên wan dixwazin."
 
Ji roja ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin heta niha bi taybet li jinê û li ser hemû şêniyên li Efrînê tundiyeke mezin tê kirin. Mafê jiyanê yê şêniyan ji wan tên girtin. Yek ji jinên bi tundiyê rû bi rû maye jina bi navê M.B. ya 40 salî ya ji Gundê Hecîka ya navçeya Recoyê ya Efrînê ye. M.B. diyar kir ku ew û zarokên xwe ji ber êrîş û tundiya komên girêdayî dewleta tirk ên li Efrînê reviyane Taxa Şêx Meqsûdê ya Bajarê Helebê. M.B. tundiya ku li Efrînê pê rû bi rû maye ji me re rave kir. 
 
'Beriya dagirkirina Efrînê rihê me bi xemla jiyanê re dibû yek'
 
M.B. qala jiyana xwe ya li Efrînê ya beriya êrîşên dewleta tirk kir û wiha got: "Beriya Efrîn bê dagirkirin jiyana me gelekî xweş, aram bû û mirov jî bi dilnizmî dijiyan. Min karê çandiniyê dikir. Ev çanda me ya jinên Efrînî ye ku em bi ked û xwezayê re dijîn. Darên me yên zeytûnan hebûn û em pê mijûl dibûn. Di heman demê de me debara xwe ya jiyanê pê dikir. Em pir kêfxweş bûn û me rihê xwe bi xemla jiyanê re dikir yek. Rojekê em qet neditirsiyan. Heta saetên dereng em di nava erdên xwe de dixebitîn. Kêliyên kêfxweşiyê me bi ken û dostaniya cîranên xwe re derbas dikirin. Jiyana berê ya li Efrînê mîna bihuşta me ya ser rûyê erdê bû."  
 
'Zarokên me gelekî ditirsiyan û êrîşan bandoreke neyînî li ser wan kirin'
 
M.B. bal kişand ser jiyana li Efrînê ya piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê û wiha dewam kir:"Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk êrîşî Efrînê kir bi kîna dilê xwe her tişt da ber xwe. Êdî me ji zarokên di dergûşan de stranên ser Efrînê û li ser bav û dayikên wan ên hatin qetilkirin, gotin. Niha di Efrînê de her tişt hatiye guhertin aramî têk çûye. Di êrîşan de me li ber xwe da û em ji gundê xwe derneketin, lê me nizanîbû wê ewqas felek îxanetê li me bike. Her roj mirov dihatin qetilkirin, revandin û bi tecawizê rû bi rû dihat hiştin. Em nikaribûn êdî derketan ber deriyê xwe. Zarokên me gelekî ditirsiyan û êrîşan bandoreke neyînî li ser wan kirin."
 
'Çeteyan îşkence li min kirin û hemû laşê min kirin birîn'
 
M.B. anî ziman ku komên girêdayî dewleta tirk bi zopeyan bi wê ketine, ew di nava xwînê de hiştine û wiha got:"Ez dayika 4 zaroka me û wekî din kesekî min  tune ye. Hevjînê min beriya şerê Efrînê jiyana xwe ji dest da. Em ji Efrînê derneketin da ku em mal û milkên xwe ji çeteyan re nehêlin. Birayê hevjînê min bi teboya xwe av ji gundiyan re dikişand. Çeteyan jê xwest ku ji wan re jî avê bibe. Dema ku avê ji wan re dibe heqdestê wî nadên û wî dixin zindanê. Ez û hevjîna birayê xwe me xwest em biçin hewara wî lê çeteyan îşkence li me kirin. Bi zopeyan li me dan. Em di nava xwînê de hiştin. Destên min şikandin û heqaret kirin. Laşê me hemû bû birîn. Hîn jî ez êşa îşkenceyê dikşînim û rewşa min xeter e."
 
'Ez bi rêya qaçax derbasî Helebê bûm'
 
M.B. anî ziman ku ji ber zilma komên girêdayî dewleta tirk ew reviyaye Helebê û wiha got:"Piştî îşkence li min hat kirin min biryar da ez ji Efrînê derkevim. Tevî birînên laşê xwe min xwest ez birevim û ji zilmê rizgar bibim. Bi rêyên qaçax min berê xwe da Helebê da ku ez birînên xwe derman bikim. Tevî zarokên xwe di şevekê de ez derketim. Zarokên min jî di rê de pir zehmetî kişandin. Dema ku ez gihaştim ber bendên kontrolê yên rêjîma Sûriyeyê, wan jî xwestin min asteng bikin. Ji ber ku ez jineke Efrînî bûm ji min xwestin dîsa ez vegerim gel çeteyên li Efrînê. Ez gelekî tirsiyam. Lê bi hewildan û têkoşîna xwe ez derbasî Taxa Şêx Meqsûd a li Helebê bûm."
 
'Çete sivîlan direvînin û pereyan ji malbatên wan dixwazin'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de M.B.  wiha got:"Li Efrînê her roj qetilkirin, revandin û îşkence li şêniyan tê kirin. Ji gundê me keçeke 15 salî revandin û heta niha çarenûsa wê ne diyar e. Jixwe birayê hevjînê min jî heta niha çarenûsa wî ne diyar e. Çeteyên dewleta tirk li ser keda mirovên Efrînê rûdinin. Wan direvînin û ji malbatên wan pereyan dixwazin. Jin nikarin ji mala xwe derkevin. Ji ber jin tên revandin. Bi taybet jinên ciwan newêrin ji mala xwe derkevin. Dest danîn ser keda me ya zeytûnan. Malbatên xwe li herêmê bi cih dikin. Efrîn divê vegere  mîna berê. Niha li Efrînê jiyan nayê qedandin.  Aramî tê de qet tune ye. Ez dixwazim Efrîn ji çete û dagirkeran rizgar bibe."