ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2020'AN

  • 09:00 17 Tebax 2020
  • Rojev
* Endama PDKS'ê ya Herêma Firatê Gulistan Etî bal kişand ser êrîşên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û got: "Berê bi heman rêbazê êrîşê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kirbûn. Kiryar û plan îro jî li başûrê Kurdistanê pêk tên. Li hember êrîşên dewleta tirk pêwiste dewletên ereb, Yekîtiya Ewropayê û civaka navneteweyî bê deng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin." BI DÎMEN 
 
* Emîne Mûse ji Herêma Efrînê ye demek dirêje di nav xebatên çand û hunerê de cih digire û got: "Ez 64 salî me û 23 sal in di nava xebatan de cih digirim. Temenê min yê mezin tu carî ji bo min nebû asteng. Daxwaza min a kar ji her zehmetiyan bi hêztir bû.”  BI DÎMEN 
 
* Jinên Efrînê yên li Kantona Şehbayê dijîn da zanîn ku divê civaka navnetewî li hemberî girtiyên siyasî û Îmraliyê bêdeng nebin û gotin: "Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê rewşa girtiyên li Tirkiyeyê û Îmraliyê di xeterê de ye. Divê malbat û parêzer demildest biçin Îmraliyê."  BI DÎMEN 
 
* Di 19'ê tebaxa sala 2019'an de qeyûm tayînê Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdin û Wanê kirin û piştre jî gav bi gav qeyûm tayînî 51 şaredariyên HDP'ê kirin. Hevşaredarên ku li şûna wan qeyûm hatibû tayînkirin diyar kirin ku HDP'ê bi têkoşînê bi ser ket û gotin: "Tayînkirina qeyûman darbeyeke siyasî ye. Lê belê carek din hilbijartin pêk bê em ê dîsa bi ser kevin." BI DÎMEN 
 
*Jina ji Efrînê ya bi navê M.B. a ji ber îşkenceya komên girêdayî dewleta tirk ve reviya Helebê da zanîn ku hemû canê wê bûye birîn û wiha got:"Çeteyên dewleta tirk ên li Efrînê îşkence li min kirin. Bi zopeyan li min dan û destên min şikandin. Ez ji mirinê bi zorê xilas bûm. Li Efrînê nema jiyan tê qedandin. Her roj sivîl tên revandin û pereyan ji malbatên wan dixwazin." BI DÎMEN 
 
* Esnafên li Wanê, li hemberî gotinên "aboriya me difire" bertek nîşan dan û gotin: "Kesên ku difirîn xwedî sermayedar in, esnaf bi xetereyên qeyranê re rûbirû dimînin." BI DÎMEN 
 
* Li dijî belavbûna vîrûsa koronayê li Şengalê ji hêla endamên tenduristiyê ve her roj hişyarî tên kirin. Endamên tenduristiyê gotin di serî de divê welatî di vê mijarê de baldar bin û gotin: "Divê bê maske û bê lepik dernekevin derve, çûn û hatina xwe ya li derve kêm bikin û li gorî rêzikên heyî tevbigerin." BI DÎMEN 
 
* 2 zarokên ku windabûn piştî lêgerîna malbatê hatin dîtin. Zaroka bi navê Vahîde diyar kir ku dema nedixwestin biçin heywanan xwedî bikin bi êrîşa bavê xwe re rûbirû mane û ji ber vê sedemê jî berê xwe dane Amedê. .  BI DÎMEN