'Ya ku ew ê me biparêze xweparastin e'

  • 09:02 16 Tebax 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Endamên Meclîs Jinên Ciwan a HDP'ê yên Mêrdînê bal kişandin ser girîngiya xweparastina li dijî komkujî û tundiya li ser jinê û wiha gotin:"Em ê li her qadê xweparastinê pêş bixin. Tiştê ku ew ê me biparêze ev e."
 
Li Tirkiyeyê di serdema AKP'ê de tundiya li ser jinê ji sedî hezar û 400 zêdetir bû û tevî vê yekê îktidar dixwaze ji Peymana Stenbolê vekişe. Jin li dijî nîqaşên vekişandina ji bo Peymana Stenbolê li kuçeyan dengê xwe bilind dikin û di heman demê de jî xweparastina xwe bi hêz dikin.  
 
Endamên Meclîs Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Mêrdînê anîn ziman ku tiştê herî girîng a ku ew ê jinan biparêze xweparastin e. 
 
'Dixwazin jinê ji qadên siyaset û civakî dûr bixin'
 
Elîf Înan diyar kir ku li jinê bi her hawî tundî tê kirin û sedema vê ya herî mezin jî helwesta dewletê ya li hemberî jinê ye û wiha got:"Hukumet li dijî tundiya li ser jinê tiştekî cidî nake. Ez wekî jinekê dibêjin sedema êrîşên li dijî jinan polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Ji ber encamên polîtikayên mêran teşwîqî îşkenceyê dike cinayet zêde dibin. Dixwazin jinan têxin nava qaliban û jinê ji qadên siyaset û civakî dûr bixin."
 
'Divê xweparastin di he qadê de mezin bibe'
 
Elîfê bi lêv kir ku tenê rêya li dijî tundî û zextan têkoşîna hevpar a jinê ye û wiha got:"Me wekî jinên ciwan tu carî ji têkoşîna xwe gav paşde neavêtin û em navêjin jî. Em hem li dibistanan hem jî li qadan têkoşîna xwe dewam dikin. Em ê di vê çarçoveyê de xweparastina xwe her dem mezin bikin. Banga min ji jinan ew e ku netirsin. Bila hêza xwe bikin yek û li qadan nîşan bidin."
 
'Em ê li dijî kesên dixwazin me bikujin li qadan bin'
 
Zîlan Karakuş jî anî ziman ku aliyê ku herî zêde diçewisin jin in loma divê li hemberî vê yekê têkoşîn û xweparastin bêtir mezin bibin û wiha got:"Her jin di her kêliyê de dikarin bi tundî û komkujiyê rû bi rû bên hiştin. Li dijî vê yekê jî divê em xweparastina xwe pêş bixin. Divê hemû jin vê yekê bikin. Em ê bi nasnameya xwe jinê her qadan bin. Em ê li dijî kesên dixwazin me bikujin li qadan bin."