ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2020'AN

  • 09:00 16 Tebax 2020
  • Rojev
*Sivîlên Gundê Gozeliyê di nava xeteriya êrîş, topbaran û gulebaranê de, li hember şerd û mercên zehmet ev 10 meh in li berxwe didin û dibêjin em li vir bingor bibin jî, em ji gundê xwe dernakevin. DÎMEN HEYE
 
*Endamên Meclîs Jinên Ciwan a HDP'ê yên Mêrdînê bal kişandin ser girîngiya xweparastina li dijî komkujî û tundiya li ser jinê û wiha gotin:"Em ê li her qadê xweparastinê pêş bixin. Tiştê ku ew ê me biparêze ev e." DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a kampa Waşûkanî Koçer Hisên diyar kir ku pêşkêşkirina pirojeya netewa demokratîk li Rojhilata Navîn ku xwe dispêre fikirê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dê hemû astengiyên li pêşiya civaka Rojhilata Navîn çareser bike.
DÎMEN HEYE
 
*Di van rojên ku qeyrana aborî gihiştiye lutkeyê me ji jinan rewşa wan pirsî. Jinan diyar kirin ku ew di bin siya qeyrana aborî de rojên dijwar derbas dikin û gotin: “Ji ber bê kariyê û xizaniyê zarokên me dikevin riyên ne baş.” DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Herêma Firatê Felek Yûsif, derbarê bûyerên ku li Dêrezorê diqewimin nêrîna xwe anî ziman û wiha got: "Dewleta Tirk û Rêjîma BAAS'ê dixwazin nakokiyan di navbera kurd û ereban de derbixin. Divê em li hember vê yekê têkoşîn bikin û bi lîstokên wan neyên xapandin." DÎMEN HEYE
 
*Parêzera TUAYDER'ê Aslihan Bulut anî ziman ku binpêkirina mafan li girtîgehan dewam dikin û wiha got:"Niha pirsgirêkên ku hene veguhertine îşkenceyê. Ji ber ku li hevdîtinê tê guhdarkirin girtî nikarin zextên li wan tên kirin bînin ziman. Sîstema tecrîdê li ser girtiyên di karantînayê de ne tê ferzkirin." DÎMEN HEYE
 
*Ji ser tayinkirina qeyûman ên ser Şaredariyên Wan, Mêrdîn, Amed ên HDP'ê salek derbas bû. Qadên werzîş, pirtûkxane û heta kreş hatin girtin. Li dijî destkeftiyên jinan êriş hatin kirin. Gel li ber şaredariyan bi rojan nobet girtin û gotin "Hevserokatî xeta me ya mor e" û li pergala hevserokatiyê xwedî derketin. BI DÎMEN