KCD, DBP û HDP çûn serdana saziyan
- 17:10 15 Tebax 2020
- Rojane
DÊRSIM - KCD, DBP û HDP di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" çûn serdana saziyên rêxistinên sîvîl, rêxistinên pîşeyan û partiyên siyasî.
KCD, DBP û HDP bernameya çalakiya 13 rojî ya bi armanca piştgiriya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" eşkere kirin. Bernameya çalakiyê bi dirûşma "Em ê bi hev re xwe bi rêxistin bikin û bi ser bikevin" hat destpêkirin. KCD, DBP û HDP di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" çûn serdana saziyên rêxistinên sîvîl, rêxistinên pîşeyan û partiyên siyasî.
Hevseroka DBP'ê Saliha Aydeniz, Rêxistina Dêrsimê, Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk, parlamenter Semra Guzel û Alican Onlu beşdarî serdanan bûn.
Serdana 8 saziyan hat kirin
DTSO, Baroya Dêrsimê, Kooperatifa Kefalet û Krediyan a Sanatkaran û Esnafan a Dêrsimê, KESK, DÎSK, SMF, EMEP, ESP, Komeleya Elewiyên Demokrat (DAD) hatin ziyaretkirin.
Di serdanan de banga yekîtiya ji bo demokrasiyê hat kirin.