Duygu Delen hat definkirin

  • 14:16 15 Tebax 2020
  • Rojane
DÎLOK - Duygu Delen a ku li mala hevalê xwe Mehmet Kaplan bi awayekî bi guman ji qatê çaran ket xwarê û jiyana xwe ji dest da hat definkirin.
 
Li taxa Batikentê ya Dîlokê jina 17 salî Duygu Delen dema çû mala hevalê xwe Mehmet Kaplan, hat îdeakirin ku ji qatê 4’an ji şibakeyê ketiye xwar û jiyana xwe ji dest daye. Malbat u hevalên Duygu Delen cenazeyê Duygu li Goristana Asrî ya Dîlokê spartin axê. Malbat, xizm û gelek hevalên Duygu tev li merasima cenazeyê Duygu bûn. Malbatê û hevalên Duygu ji bo Duygu edalet xwestin.