Xizmên Windayan li aqubeta Mehmet Acar pirsîn

  • 13:49 15 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Li Amedê Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Acar ku di sala 1994’an de li Cizîrê li cem hevjîn û birayê xwe hat binçavkirin û careke din agahî ji nehat girtin, pirsîn.   
 
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku her hefte li dar dixin, di hefteya 601’emîn de berdewam kirin. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Acar ku di sala 1994’an de li Cizîrê li cem hevjîn û birayê xwe hat binçavkirin û careke din agahî ji nehat girtin, hat pirsîn.
 
Di çalakiyê de Endamê Lîjneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz, çîroka Mehmet Acar parve kir û da zanîn ku beriya bê windakirina Mehmet 7 mehan li Girtîgeha Amedê girtî maye û piştî berdana xwe koçî Bûrsayê kiriye û piştî vegera xwe ya Cizîrê hatiye windakirin. Ercan, destnîşan kir ku dema ku malbata Mehmet li kurê xwe geriyaye rayedaran ji wan re gotiye ku li mala xwe rûnin, wê heman aqûbet bê serê we jî.
  
Ercan, herî dawî got ku malbata Acar di sala 2009’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê daye û giliyê Cemal Temîzoz û Abdulhakîm Guven ku difikirin ku têkiliya wan bi windakirina kurê wan re heye kirine lê hemû hewldanên wan ên ji bo vê yekê bêencam mane.