'Divê li dijî êrişan Gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike'

  • 13:08 15 Tebax 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştarê ya Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) êrîşên li ser endamên Tevgera Azadiyê şermezar kir. 
 
Meclîsa Îştarê ya Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) êrîşên li ser endamên Tevgera Azadiyê bi daxuyaniyê şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê endama Koodînasyona Meclîsa Îştar Gurbet Îşlek ve hat xwendin. Daxuyanî li ber avahiya Malbatên Şehîdan ya wargehê hat dayîn. Berî daxuyanî dest pê bike ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Di daxuyaniyê de hat gotin divê li dijî êrişan Gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Em di destpêkê de 36'emîn cejna vejînê li Rêberê gelan Rêber Apo li hemû têkoşerên azadiyê û gelê kurd pîroz dikin. Em hemû şehîdên têkoşînê bi rêzdarî bi bîr tînin. 
 
Di dîroka her netewan de rojên bi nirx û pîroz hene. Ji bo gelê Kurd jî yek ji wan rojan 15’ê Tebaxê, roja ji nû ve vejîna Gelê Kurd e. Bi têkoşîna Rêber Apo û Gelê Kurd ê têkoşêr, rihê 15’ê Tebaxê her roj li çiyayên Kurdistanê û hemû cîhanê belav dibe. Ev ked û hewildan bi berdelên giran û şehadeta kesayetên mezin çêbûye. 
 
Dema ku em li rewşa dewleta faşîst a tirk binêrin di ber hilweşandinê de ye. Ji bo emrê xwe dirêj bike, bi çavsorî û bi teknîka xwe êrişî ax û pîrozbahiyên Gelê Kurd dike. Çiqasî di kesayeta jina kurd de berxwedan û çalakiyên li dijî zihniyeta yekperest çêdibe êriş jî ewqas zêde dibin. 
 
Ji ber ji hevgirtin û wekheviya jinan û gelan ditirsin. Ji bo wê ewqas bi hêrs in. Dema ku em li rewşa heyî temaşe bikin û li Başûrê Kurdistanê binêrin helwesta hikumeta herêma Kurdistanê ya li hemberî Tevgera Azadiyê em rast nabînin û girtina endamên Tevgera Azadiyê em şermezar dikin û vê helwestê di cih de nabînin. Di demek ewqas girîng û esas de dijminê gelê Kurd dixwaze Kurdan ji hev qut bike, yek roj nîne ku ciwanên me neyên qetilkirin û şehîdkirin. Ji bi ku em wekheviya gelê Kurd çêbikin, divê li hemberî wan êrişan xwedî helwest bin. Lê bi girtina endamên Tevgera Azadî xeyalên faşîstan ancax pêk bê. Çawa tevgereke di bin xizmeta gelê xwe de xebat didin meşandin, werin girtin. Em wek gelê Kurd vêya qebûl nakin. Wek jin, li ku derê êriş hebin em ê xwe bikin mertal û meşa azadiyê ber bi serkeftinê ve bibin. 
 
Bi vê boneyê em wek jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di kesayeta şoreşger û lehengên cejna Heftanînê de Cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê ji hemû Gelê Kurd re pîroz dikin û têkoşîna mezinkirina têkoşîn û berxwedana li hemberî dagirkerî û faşîzmê dikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe","Bijî yekîtiya neteweyî" bi dawî bû.