'Êzidî tenê bi rêxisitinkirinê dikare xwe biparêze'

  • 10:17 15 Tebax 2020
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ bi boneya salvegera teqîna Sîba Şex Xidir û Til Ezêrê  daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de TAJÊ cangoriyên teqînê bîr anî û ên ku teqînê pêk anîne şermezar kir.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî salvegera teqîna Sîba Şex Xidir û Til Ezêrê  daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de TAJÊ cangoriyên teqînê bîr anî û ên ku teqînê pêk anîne şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin Êzidî tenê bi rêxisitinkirinê dikare xwe biparêze.
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
 
“Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî em di şexsê Şêhîdên 74 Fermanan, Şêhîdên  qetliyama Sîba Şêx Xidir bi bîr tînin. Di sala 2007’an de, dîsa bi destên kesên xwefiroş û îxanetkar gundên Sîba Şêx Xidir û Til Ezêr hatin hedefgirtin. Di encamê de di 17'ê Tebaxa 2007'an de du teqînên mezin pêk hatin, nêzî 300 kesî jiyana xwe ji dest dan û 700 kes bi giranî birîndar bûn. Ev zêdeyî 10 sal ji ser bûyerê derbas bûne, lê mixabin berpirsiyarê  van teqînan heya roja me ya îro ne diyar in. Heya roja me ya îro hesab nehatiye dayin. Li ser vê esasê bi salvegera Fermana 2007’an em wek Tevgera Azadiya Jinên Ezîdî van êrîşên hovane şermezar dikin û Fermana 2014’an wek berdewamiya qetliyama Til êzêr û Sîba Şêx Xidir dinirxînin.
 
Dîrok tucar nayê jibîrkirin û hertim di nav hafizaya millet de dimîne. Êzidî 74 Ferman derbas kirine. Heya Fermana 2014’an tucar ji kesên ku van fermanan pêk anîne hesab nehatiye pirsîn. Ev jî dide xuyakirin ku Êzidî tenê bi rêxisitinkirinê dikare xwe biparêze û pêşî li fermanan bigire. Bi taybet jina Êzidî di vê mijarê de xwedî rol, misyon û pêşeng e.
 
Li ser vê esasê wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî em ê rêxistinbûna xwe xurt bikin û soza ku me daye Şêhîdên 74 Fermanan û Şêhîdên Tevgera  Azadiyê bi serkeftinê mîsoger bikin.”