Li Rojava 11 kesên din bi Vîrusa Koronayê ketin

  • 09:22 15 Tebax 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 11 rewşên din yên Vîrûsa Koronayê  li herêmê derketin, hejmara giştî digihêje 182 kesan ku bi vîrûsê ketine.
 
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku îro 11 kesên din li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Vîrusa Koronayê ketine, ji wan 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Kesên ku bi vîrûsê ketine wiha ne:  6 kes li Herêma Cizîrê, 3 kes li Kobanê û 2 kes jî li Şehbayê. Bi vê yekê hejmara giştî ya kesên ku vîrûs wergirtine digihêje 182 kesî, ji wan 10 kesan jiyana xwe ji dest daye û kesên ku rewşa wan baş bûye jî hejmara wan digihêje 17 kesî.