'Dewletên serdest tecrîdê giran dikin û rê li ber aloziyan vedikin'

  • 09:07 15 Tebax 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Endama Rêveberiya Şaredariya Gel a Kobanê Fîdan Dîlan rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand. Fîdanê bal kişand ser helwesta têkildarî tecrîdê de û wiha got: "Yekîtiya Ewropayê ku sîstema tevahî cîhanê ji bo berjewendiyên xwe dide meşandin, birdoziya Rêber Apo ya ji bo aşîtiyê qebûl nakin û weke xeterî l ser sîstemên xwe dibînin." 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 22 sal in di girtîgehê de ye. Weke mirovên girtî yên normal mafê wî yê hevdîtinê bi malbat û parêzerên wî re nayê dayin. Dewleta tirk bi hemû rêbazên qirêj tecrîdê giran dike û dixwaze civakê ji fikir û felsefeya azad qut bike. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Şaredariya Gel a Kobanê Fîdan Dîlan rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û bi me re parve kir.  
 
Hûn tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di vê pêvajoyê de çawa dinirxînin? 
 
Tecrîda li ser Rêber Apo li ser tevahî mirovahiyê ye û taybet li ser Gelê Kurd e. Her wiha tecrîdeke ji derveyî hemû pîvan û zagonên navneteweyî ye. Dema ku mirovek tê girtin mafê hevdîtinê ya bi malbat û parêzeran re heye, lê dewleta tirk ev 22 salin tecrîdeke bê maf ser Rêber Apo dide meşadin.  Her wisa Yekîtiya Ewropayê û CPT jî çavên xwe li hember vê rewşê girtiye. Bi girtina Rêber Apo re armanc jê ew e ku Gelê Kurd bê îrade bihêlin. Lê ev xwestek pêk nehat.  Ji ber  Gelê Kurd ji her demê zêdetir xwedî felsefe û vîn e. Heger em rastiya vê rewşa tecrîdê analîz bikin, bêdengiya dewletên navneteweyî hevkariya wan a girankirina tecrîdê teqez dike. Yekîtiya Ewropa û NATO jî çawa ku rola xwe di girtina Rêber Apo de lîstin di roja îro de  jî di girankirina tecrîdê de jî dilîzin. 
 
Çima êrîşên li ser birêz Abdullah Ocalan di vê astê de ne? 
 
Rêber Apo mejî û dilê Gelê Kurd e. Ew hertim li pey heqîqetê ye, ev yek jî ji bo dewletên desthilatdar weke xeteriyê ye. Pergala serdest dixwaze civakan bê fikir û felsefe bihêlin. Birdoziya azad di bingeha xwe de parastina hebûna gelan e, li hember hemû nakokiyên civakê hêza çareseriyê ye. Lê birdoziya pergala serdest bi rêbazê talankirinê êrîşî mirovan dikin da ku wan tune bikin. Kesên ku li pey heqîqetê têkoşîn dike dixwazin wan bêdeng bikin. Loma em dibêjin bêdengiya gel, bêdengkirina civakê ye. Em weke Gelê Kurd vê yekê tu carî qebûl nakin û em bê Rêber Apo jî najîn. Gelên tirkiyeyê jî hewcedariya wan bi fikrê Rêber Apo heye, bi giştî civakên bindest hêviya wan Rêber Apo ye. Ji ber ku ew ji bo yekîtiya hemû mirovan xebateke girîng dide meşandin. Li hember van mijaran, dewletên desthilatdar naxwazin ku gel bi Rêber Apo ve bên girêdan.  Ji ber vê jî tecrîdê girantir dikin û felsefeya wî dorpêç dikin. Lê birdoziya wî weke kaniyê ye, her tim diherike. 
 
Hûn nêzkatiyên CPT'yê ya têkilarî girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çawa dinirxînin? 
 
CPT'yê piştî sal û nîvekê daxuyanî ji bo rewşa Rêber Apo da. Lê pêwist bû ku ji dema girtina wî de û heta niha bê navber daxuyanî bihatana dayîn û xebatên ber bi çav hatibane kirin. Qaşo CPT serbixwe ye, tu aliyan naparêze û li gor berjewendiyên tu dewletan jî tev nagere. Lê em di rastiyê de dibînin ku ew di bin kontrola NATO û Ewropayê de ye. Heger ne wiha be wê heta niha rewşa Rêber Apo bigihaşte çareseriyekê. Wê hesab ji dewletên sûcdar bihata pirsîn. Em weke Gelê Kurd ji xebatên CPT'yê bawer nakin. Ji ber ku me piratîka wan a ji bo vê rewşê nedît û ev yek dirûtiya wan eşkere dike. Tecrîd hîna berdewam e, mafên mirovan hîn tên xwarin. Herwiha li gelek welatên din mirov tên qetilkirin û tunekirin, lê CPT û hemû rêxstinên mafên mirovan yên cîhanî bêdeng in. Di encama van hemû zextên li ser van dewlet netewan de, CPT'yê xwe neçarî dayîna daxuyaniyê dît.  Loma piştî sal û nîvekê ji hevdîtina bi Rêber Apo re nû daxuyanî da. Heta niha me nedît CPT'yê li dijî dewleta tirk doz vekir, lêpirsîn da destpêkirin. Em bi tu şêwazî vê daxuyaniyê qebûl nakin. 
 
Ji bo guhertina rewşa tecrîdê hûn têkoşîneke çawa didin meşandin?
 
Beden û mejî ji hev qut nabin. Perspektîfên Rêber Apo di mejiyê Gelê Kurd de ye. Birdoziya wê bingehê rêxstinkirina jiyana me ye. Dijmin êrişeke mezin li ser Rêber Apo dide meşandin, lê em bi riya fêmkirina felsefeya wî bersiva herî xurt didin dijmin. Dewletên desthilatdar dixwazin bi riya tecrîdkirina Rêber Apo tirsê bikin dilê me. Hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe ne dilxwazên heqîqet û azadiyê ne. Loma ji her demê zêdetir divê ku em têkoşîn û xebat bikin, heta ku em Rêber Apo azad bikin.