'Rejîma Sûriyeyê di aliyê tenduristiya civakê de xwe berpirsiyar nabîne'

  • 09:01 15 Tebax 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Ji Rêveberiya Meclîsa Tenduristiyê ya bajarê Helebê Leyla Hesen di derbarê belavbûna Vîrusa Koronayê de da zanîn ku ger belavbûna Vîrusa Koronayê zêdetir bibe wê rê li ber xeteriyên mezin veke û got: "'Rêjîma Sûriyeyê di aliyê tenduristiya civakê de xwe berpirsiyar nabîne. Tehlûkeyeke mezin li pêşiya me ye."
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe Vîrusa Koronayê belav dibe. Li beramberî vê yekê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve biryarên tedbîrên li dijî Vîrusa Koronayê hatin girtin. Lê belê ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve tu alîkarî nayê dayîn û her ku diçe hejmara kesên ku bi vîrusê dikevin zêdetir dibe. Li bajarê Helebê jî pir kesên ku bi Vîrusa Koronayê ketine hene û ji aliyê Rêjîmê ve jî tu tedbîr nehatine girtin.Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Meclîsa Tenduristiyê ya bajarê Helebê Leyla Hesen nêrîna xwe bi me re parve kir.
 
'Nexweşxaneyên Helebê bi nexweşên bi Vîrusa Koronayê tije bûne'
 
Leylayê di destpêka axaftina xwe de behsa rewşa Vîrusa Koronayê ya li bajarê Helebê kir û wiha got: "Li hemû cîhanê Vîrusa Koronayê di demek pir kurt de belav bû. Di van demên dawî de jî li Sûriyeyê her ku diçe Vîrusa Koronayê zêdetir dibe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî heta demekê tedbîr hatin girtin, lê belê xemsariya Rejîmê hişt ku vîrus derbasî van herêman jî bibe. Li Helebê jî li taxên Rejîmê bi awayekî rojane nêzî 50 kes bi şewbê dikevin. Nexweşxaneyên Helebê bi nexweşên bi Vîrusa Koronayê tije bûne. Ji ber ji aliyê Rejîmê ve tedbîrên pêwist nayên girtin loma vîrus ji kontrolê derdikeve. Niha jiyana şêniyên li Helebê ketiye xeteriyeke mezin. Taxên Helebê hemû bi hev re girêdayî ne, ji bo wê dema biryara qedexeyê derkeve pêwist e li hemû qadan pêk were. Rejîm heta niha tu alîkarî pêşkêş nekiriye, her wiha ji bo berjewendiyên xwe jiyana şêniyan dixe xetereyê. Em hemû ji tenduristiya gel berpirs in."
 
'Divê herkes xwe bi xwe biparêze'
 
Leylayê di dewamiya axaftina xwe de tedbîrên ku divê gel xwe bi xwe bigire wiha anî ziman: "Me li taxa Şêx Meqsûdê hin tedbîrên esasî girtin. Em di hemû aliyan de gel hişyar dikin û xeteriya Vîrusa Koronayê bi wan didin nasîn. Her wiha divê gelê me bê rûpoş û lepik negerin, ji ber ev nexweşî pir xeter e. Vîrusa Koronayê pir bi lez belav dibe, ji bo wê pêwist e heta rewşek lezgîn nebe gelê me ji mala xwe dernekevin. Divê em pir zêde nêzî hev nebin û herî kêm metreyek di nava me de hebe. Divê rojane em dest û rûyê xwe bişon. Ji bo wê dermanê vê şewbê ew e ku mirov ji mala xwe dernekevin û li paqijiya xwe baldar bin. Ger gelê me gumanek biçûk jî ji bo vê şewbê bijîn divê yekser berê xwe bidin cihê eleqeder, da ku em tenduristiya xwe biparêzin."
 
'Ger em xwe ji vê şewbê biparêzin em ê civaka xwe jî biparêzin'
 
Leylayê diyar ku divê gel bi zanistî li vê nexweşiyê binêrin û wiha domand: "Di nava civakê de ev nexweşî wek şerm tê dîtin, her wiha kesê ku bi şewbê dikeve ji xwe şerm dike.  Lê ev nêzîkatî hemû şaş e divê em di aliyê zanîstî de li vê nexweşiyê binêrin. Ger em xwe ji vê şewbê biparêzin em ê civaka xwe jî biparêzin."
 
'Em ji bo tenduristiya gelê xwe amade ne'
 
Leylayê herî dawî da zanîn ku ger ji aliyê Rejîmê ve biryarên pêwist neyên girtin wê rewş xeter bibe û wiha bi dawî kir: "Ger Vîrusa Koronayê ji kontrola me derkeve wê rewş her ku biçe xetertir bibe. Divê aliyê Rejîmê jî xwe berpirsiyar bibîne û civakê biparêze. Divê Rejîm hin biryarên sereke ji bo jiyana gel bigire. Di vê demê de erka herî mezin dikeve ser milê qada tenduristiyê. Em ji bo tenduristiya gelê xwe her dem amade ne û li ser piyan in. Divê gelê me jî alîkariya me bikin û ji mala xwe dernekevin. Ger rewşek bi guman hebe jî yekser berî bidin me, da ku em civaka xwe bi hevdu re biparêzin."