Derket holê ku Mehmet Kaplan ê hat girtin tundî kiriye

  • 08:47 15 Tebax 2020
  • Rojane
DÎLOK - Mehmet Kaplan ê ku do ji ber mirina bi guman a Duygu Delen hat girtin derket holê ku tundî li Duygu kiriye. 
 
Li Kuçeya Batikentê ya Dîlokê Duygu Delen (17) li mala hevalê xwe Mehmet Kaplan ji qatê 4'an ket xwarê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Derket holê ku Mehmet Kaplan tundî li Duygu kiriye. 
 
Têkildarî bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û Mehmet Kaplan ê ku lawê mirovekî dewlemend e hat binçakivin. Mehmet Kaplan ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê yê Dîlokê ji ber sûcên "mirina bi qestî ya mirovan","êrîşa zayendî ya li dijî zarok" hat girtin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê têkildarî dosyayê de biryara veşartinê da.