Li Dîlokê mirina jinekê ya bi guman

  • 15:12 14 Tebax 2020
  • Rojane
DÎLOK - Li Kuçeya Batikentê li mala Mehmet Kaplan Duygu D. ji qatê pêncan ket xwarê û jiyana xwe dest da. 
 
Li Kuçeya Batikentê ya Dîlokê li mala Mehmet Kaplan ê hevalê Duygu D. ji qatê pêncan ket xwarê û jiyana xwe dest da. Li ser îxbara kesên li der û dorê ambûlans hat cenazayê Duygu bir Saziya Tipa Edlî. 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirn û Mehmet Kaplan hat binçavkirin. 
 
Hat diyarkirin ku avahiya Duygu jê ketiye aîdî bavê Mehmet Kaplan ê mirovê kar e. 
 
Berê jî bûbû sedema mirina jinekê
 
Her wiha Mehmet Kaplan di 2019'an de alkol girtibû û bi wesayeta ku bê ehliyet li Zeynep Berna Ataya a 35 salî qewimîbû û bûbû sedema kuştina wê. Piştre bi şerdê kontrola edlî û bi şerdê neveqetandina ji îkametgeha ku lê dime serbest hat berdan.