Eren Keskîn: Peymana Stenbolê ji bo jinan makeqanûn e

  • 10:18 14 Tebax 2020
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên ku li Îzmîrê bi îşkenceyê hatin binçavkirin gotin: "Dê li dijî nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê têkoşîna xwe bidomînin. Peymana Stenbolê ji bo jinan makeqanûnê."
 
Jinên ku li dijî nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê daketin qadan bi êrîşa polîsan re rûbirû man. Di 5'ê tebaxê de li Alsancaka Îzmîrê jin daketin qadan û çalakiya şermezarkirinê li dar xistin. Polîsan bi tundî êrîşê çalakiyê kir û 16 kesî bi îşkenceyê binçav kir. Derbarê îşkenceyê de jinên ku tevlî çalakiyê bûn û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ji ajansa me re axifîn. 
 
Berîvan Oguz endama Jinên Ciwan ên Azad (OGK) pê wiha qala êrîşa pêk hatî kir: "Xwestin bi êrîşê mezînbûna têkoşîna jinê asteng bikin. Xwestin jinan bêdeng bikin. Heke em li hemberî nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê bertek nîşan nedin dê sibêhê li hemberî hemû mafên mirovatiyê êrîşek topyekûn pêk bê. Bi taybetî jî li hemberî mafên zarokan. Em wekî ÎHD'ê û Baroya Îzmîrê me biryarek da û em ê derbarê êrîşê de gilî bikin."
 
'Bi êrîşan dixwazin peyamek bidin civakê'
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Dîdar Gul, destnîşan kir ku di çalakiyê de hemû jin bi biryarbûn ku çalakiya xwe li dar bixin û got: "Em ji bo çalakiyê bi biryar bûn. Em hatin li ber barîkata polîsan. Di çalakiyê de polîsan yek bi yek jinan hedef girt, êrîş kir û binçav kir. Hinek hevalên me bi şîdeta tund re rûbirû ma. Li vir şîdet, kîn û nifir hebû. Nêzî saleke em nikarin li Îzmîrê meşekî li dar bixin. Di şexsê jinê de dixwazin peyamek bidin civakê." 
 
Berdevka Piştevaniya Mor a Îzmîrê Cansû Erkmen, destnîşan kir ku polîsan her tim bi israr dibêjin 'destûrê bigirin' li dijî hiqûqê ye û wiha bi lêv kir: "Niha jin li kolanan cih xwe digirin, kolanan terk nakin û têkoşîna xwe mezin dikin. Îqtîdar jî dixwaze têkoşîna jinê asteng bike."
 
'Xwedî li derketina Peymana Stenbolê girîn e'
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ji bal kişand ser nêzîkatiya dewletê û got: "Dewlet hem Peymana Stenbolê û hem jî hiqûqa xwe nas nake. Ji bo daxuyaniyên ku li kolanan pêk tê ne hewceye ku destûr bê girtin û divê neyên astengkirin. Xala 90'î a Makeqanûnê ya ji hêla darbeker ve hatî amadekirin û em naecibînin jî dibêje ‘Peymanên navneteweyî ji hêla hiqûqa navxweyî ve hatine qebûlkirin'. 
 
Eren, destnîşan kir ku li qadê 2 polîsên jin li hemberî jinên ku hatin binçavkirin şîdetekî tund pêk anîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tansû Çîller jî jin e, lê di salên 90'î de navê wê di hemû sûcên herî mezin de hebû. Heke nêrînekî wê ya jinê nebe, jin jî wekî mêran şîdetê pêk tîne. Navê Tansuyê di salên 90'î de tevlî gelek îşcenceyan jî bû. Her wiha di vê serdemê de gelek navên polîsên jin di bûyerên taciz û tecawizê de cih girtin. Niha jî heman tişt heye."
 
Eren, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îqtîdar dema ku Peymana Stenbolê îmze kir ne di ferqiya wê peymanê de bû. Di peymanê de 'li dijî nêrîna namûsê têkoşîn' cih digire, îqtîdar jî vê yekê aciz dibe. Ez wê peymanê ji bo jinan wekî makeqanûnekî dibînim. Xwedî derketina vê peymanê girîng e. Bi vê peymanê em dikarin li dijî nêrîna namûs û dewleta mêr derkevin.