Seroka Dakah-Derê Newroz:Heta pergala wekheviya zayendî ava bibe em ê têbikoşin

  • 09:04 14 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Seroka Dakah-Derê Newroz Fîdan bertek nîşanî nîqaşa ji vekişandina Peymana Stenbolê da û wiha got:"Heta pergala wekheviya zayendî ava bibe em ê têbikoşin. Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin."
 
Nîqaşên ji bo vekişandina ji Peymana Stenbolê ya AKP-MHP'ê dewam dikin. Bertekên jinan ên li dijî biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê dewam dikin. Seroka Komeleya Halê Piştevaniya Jinê (Dakah-Der) Newroz Fîdan Peymana Stenbolê ji bo jinê çima girîng e û îktidar çima dixwaze vekişe rave kir. 
 
*Peymana Stenbolê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve jî hat îmzekirin ji bo jinan ji bo çi girîng e?
 
Peymana Stenbolê Peymana Konseya Ewropayê ya ji bo pêşî li tundiya di nava malê û li dijî jinê bê girtin e. Ev peyman di 1'ê Tebaxa 2014'an de ket meriyetê. Ev yekem belgeya navneteweyî ya hiqûqî ya ji bo pêşî li tundiya li ser jinê û di nava malê de bê girtine. 
 
Ev peyman ji bo kesên tundiyê li jinê dike bên cezakirin heye. Tirkiye jî ev îmze kiriye. Di 2011'an de dewleta tirk îmze kir. 2011 tenê sal bû ku cinayetên jinê kêm bûbû. Lê piştre her ku çû zêde bû. Gelek parêzvanên mirovan tînin ziman ku gelek jin bi naveroka Peymana Stenbolê nizanin ji ber ku baş nehatiye ravekirin.
 
*Peyman çi berpirsiyariyê dide dewletê?
 
Bi vê peymanê peywirdarên dewletê jî dikeve bin berpirsiyartiyê. Divê peywirdarên dewletê jî xal û hewcedariyên Peymana Stenbolê bi cih bînin. Peywira dewletê ne tenê ev e. Jin ji aliyê kê ve bi tundiyê rû bi rû hatibe hiştin divê zirara vê yekê bê tazmînkirin. 
 
Gelek jin ji vî mafê xwe ne haydar e. Peymana Stenbolê madeyên jêr wekî sûc qebûl dike. Ev made na çi ne?
 
1-Tundiya fizîkî, zayendî, derûnî, aborî û tundiya li hundur malê  
 
2-Şopandina bi armanca destdirêjiyê
 
3-Tecawiz tundiya zayendî
 
4-Destdirêjiya zayendî
 
5-Zewaca bi zorê ya di zarokatiyê de
 
6-Mudaxaleyên li dijî lebatên zayendî yên jinê
 
7-Tengkirina ji bo kurtajê
 
Dewletên ku Peymana Stenbolê pêk tînin 4 peywirên girîng dikeve ser milên wan.
 
1-Divê helwestên zayendperest û tevgerên zayendperest bên guhertin û pêşî li tundiyê bê girtin
 
2-Jinên di bin talûkeya tundiyê de ne divê bên parastin  
 
3-Divê cezayên pêwist ji bo bersûcan bên dayin 
 
4-Divê di navbera saziyan de koordînasyona giştî bê avakirin
 
*Dema Peymana Stenbolê neyê pêkanîn ew ê di jiyana jinan û di civakê de pirsgirêkên bi çi rengî rû bidin?
 
Li gor agahiyên tên bidestxistin tundiya li ser jinê her ku diçe zêde dibe. Ji hezar bersûcî hîn jê 8 ceza digirin. Ji ber ku têra xwe naveroka Peymana Stenbolê nayê zanîn loma bersûc îro bi awayekî azad di navbera me de dimeşin. Niha Peymana Stenbolê heye û ev yek wiha ye. Lê dema ku ev peyman bê betalkirin ew ê rewş xetertir be. Ji bo Peymana Stenbolê pêk were têkoşîna jinê û zanîna jinê ya naveroka vê peymanê gelekî girîng e. 
 
*Îktidar çima dixwaze ji Peymana Stenbolê ya ji bo jiyana mirovan girîng e vekişe?
 
Cudatiyên ku niha mêr xwediyên wan e bi pêkanîna Peymana Stenbolê ji destên wan diçe loma dixwazin vekişin. Em tahakkuma mêran a li ser jinê qebûl nakin. Heta pergala wekheviya zayendî ava bibe em ê têbikoşin. Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin. 
 
*Tevî nîqaşên vekişandina ji Peymana Stenbolê di heman demê de nîqaşa efûya îstismara zarokan jî dewam dike. Hûn nîqaşa efûya îstismara zarokan çawa dinirxînin?
 
Çawa nîqaşa efûya îstismara zarokan hat rojevê bi vê yekê girêdayî dirûşma "efûya îstismarê tune ye" pêş ket. Qebûlkirina vê yekê gelekî bi xof e. 
 
Li gor Neteweyên Yekbûyî her kesê ji 18 salî biçûktir zarok in. Zaroka bi peymanên navneteweyî yên hatine îmzekirin tên parastin. Tirkiye jî ev peyman îmze kiriye. Li Tirkiyeyê astengiyên zagonî yên ji bo zewaca di zarokatiyê de hene. Ev nîqaşa efûya îstismara zarokan li dijî peymanên navneteweyî ye jî. 
 
Bi vê yekê dixwazin zarokan bi bersûcên wan re bidin zewicandin. Ev encam jî ew di heman demê bibe wekî kujerên ku bi rêya efûyê ji girtîgehê derketin û karê ku nêvî hiştibûn temam kirin.
 
*Dema pêşnûmeya efûya îstismara zarokan bibe zagonî ew ê pêvajoyek çawa ji bo zarok û jinan dest pê bike?
 
Tê payin ku pêşnûme were TBMM'ê. Em hêvî dikin ku bi saya zextên raya giştî ev yek neyê qebûlkirin. Lê heger ev pêşnûme bibe zagonî ew ê zaroka 13 salî bikaribe bi bersûcê jê 15 sala mezintir bizewice û heta 5 sala bi bersûcê xwe re zewicî be ew ê bersûc êdî ji ber vî sûcê xwe nekeve girtîgehê. 
 
*Divê rêxistinên jinan li dijî vê yekê di nava têkoşîneke bi çi rengî de bin?
 
Em girîng dibînin ku jin di ferqiya tundiya pê rû bi rû dimînin de bin. Em ê ji bo bersûc ceza bigirin têkoşîna xwe dewam bikin. Lê divê di destpêkê de em bikaribin bi hemû jinan bide famkirin ku ji bo çi Peymana Stenbolê girîng e. Em dev ji jiyan û ji mafên xwe bernadin. Heta cîhaneke wekheviya zayendî lê hebe em ava bikin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.