‘Xetereya belavbûna Vîrusa Koronayê ya li kampan zêdetir e’

  • 09:03 14 Tebax 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li kampa Serdemê ya Şehbayê dimînin tedbîrên xwe li hember Vîrusa Koranayê digirin û malbatên xwe diparêzin. Têkildarî mijarê jinan wiha gotin: “Bi derfetên kêm jî em parastina malbat û zarokên xwe ya ji Vîrusa Koronayê dikin, ji ber ku belavbûna Vîrusa Koronayê li kampan wê tehlûleyeke mirovî bi xwe re bide avakirin.”
 
Vîrusa Koranayê (Covîd-19) xeteriyeke mezin li ser cîhanê daye çêkirin û cîhan giştî bi xeteriya wê re rû bi rû maye. Belavbûna Vîrusa Koranayê ya di nava kampên koçberan de xeter e. Li Kantona Şehbayê 5 wargehên ku koçberên Efrînê tê de dijîn hene û belavbûna vê vîrusê kirîzeke mirovî di kampan de dide avakirin. Li Şehbayê 19 kes  bi nexweşiya Vîrusa Koranayê ketine û hin ji wan jî jiyana xwe jî ji dest dane. Derbarê vê mijarê de jinên kampa Serdemê li ser belavbûna vîrusê û rêbazên xweparastinê nêrîna xwe bi me re parve kirin.
 
‘Xetereya belavbûna Vîrusa Koronayê ya li kampan zêdetir e’
 
Endama Meclîsa Kampa Serdemê Sûzan Mistefa behsa jiyana kampan, zehmetiyên wê û tedbîrên xwe ji bo Vîrusa Koranayê  kir û wiha got: “Jiyana kampan pir zehmet e.  Bi derketina Vîrusa Koronayê re jiyana kampan di xeteriyê de ye.  Lewma em di ferqa vê xeteriyê de ne û bi derfetên kêm jî em jiyana xwe diparêzin. Di aliyê zanebûnê de em jin hevdu hişyar dikin. Di aliyê paqijiyê de jî em li zarokên xwe baldar in. Ji ber xetereya belavbûna Vîrusa Koronayê ya li kampan zêdetir e. Belavbûna Vîrusa Koronayê ya li kampan wê tehlûkeyeke mirovî bi xwe re bide avakirin.”
 
‘Em ji xeteriya Vîrusa Koranayê xwe diparêzin’
 
Jina bi navê Şîraz Elî ku li kampa Serdemê dijî li ser rêbazên xweparastinê yên di kampê de axivî û wiha pê de çû: “Ev nêzî 3 sal in em di kampê de dijîn. Bi derketina Vîrusa Koranayê re em rojane çadir û derdora çadirên xwe paqij dikin. Em tiştên mala xwe derdixînin ber rojê ji bo ji mîkroban bê dezefenktekirin. Her wiha em sebze û fêkiyên xwe jî bi avê paqij dişon. Xeteriya Vîrusa Koranayê pir mezin e ji bo wê em kombûnan çênakin û ziyaret jî hatin qedexekirin. Heta em dikarin em ê parastina xwe bikin. Bi hêviya ku hemû mirov li tenduristiya xwe baldar bin.”