ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2020'AN

  • 09:00 14 Tebax 2020
  • Rojev
*Jina bi navê Fikret Ebdilkerîm a ji herêma Efrînê ye di derbarê amadekirina zivistanê de anî ziman ku her tişt bi keda destên jinê xweş dibe û wiha got: "Beriya ku zivistan were, mîna civaka xwezayî jin li hev kom dibin û bi hev re pêdiviyên zivistanê amade dikin."
DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê yên ku li kampa Serdemê ya Şehbayê dimînin tedbîrên xwe li hember Vîrusa Koranayê digirin û malbatên xwe diparêzin. Têkildarî mijarê jinan wiha gotin: “Bi derfetên kêm jî em parastina malbat û zarokên xwe ya ji Vîrusa Koronayê dikin, ji ber ku belavbûna Vîrusa Koronayê li kampan wê tehlûleyeke mirovî bi xwe re bide avakirin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik diyar kir ku dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyen xwe li hemberî tecrîdê bêdeng in. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Seval Gulmez jî destnîşan kir ku CPT di raporên xwe de ne samîmî ye helwestekî dualî nîşan dide.  BI DÎMEN 
 
*Seroka Dakah-Derê Newroz Fîdan bertek nîşanî nîqaşa ji vekişandina Peymana Stenbolê da û wiha got:"Heta pergala wekheviya zayendî ava bibe em ê têbikoşin. Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin."
 
*Krîza aboriyê bi pêvajoya vîrûsa koronayê bêtir kûr bû. Jinên ku esnafiyê dikin ji ber krîza aboriyê bi gazincin û gotin: "Em êdî nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Em naxwazin azadiya aboriya me ji destê me biçe. Divê ji bo esnafên jin bi taybetî alîkarî bê dayîn." BI DÎMEN 
 
*Li Seyhanê ji ber ku Şîrketa Elektrikê ya Enerjisa Toroslar ceyran birî loma esnafan zirarereke mezin dîtin. Esnafan bang kirin ku pirgirêka elektirîkê bê çareserkirin. DÎMEN HEYE