Kongreya Star: Pêngava 15'ê Tebaxê li Heftanînê nûjen dibe

  • 08:28 14 Tebax 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekî nivîskî pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir.
 
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û da zanîn ku îro bi rihê 15'ê Tebaxê li Heftanînê di şexsê şehîd Esmer û şehîd Nûcan de efsaneyên dîrokî tên nivîsandin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Li ser navê Koordînasyona Kongreya Star a Rojava di şexsê fermandar Egîd de em tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Em pêngava 15'ê Tebaxê di destpêkê de li Rêber Apo li giyanê şehîdan, li tevahî gelê me û gelên azadîxwaz pîroz dikin.
 
Gelê Kurd bi pêngava 15'ê tebaxê jiyanek nû afirand
 
Li beramberî hemû rengê zilm faşîzm û înkarê hebûna Gelê Kurd, bi teqandina fîşeka destpêkê di bin fermandariya şehîd Egîd de rûpeleke nû di dîroka Gelê Kurd de da dest pê kir. Gelê Kurd kefen qetand û jiyaneke nû afirand, bi hezaran keç û xortên kurd berê xwe dan qadên azad û bûn hêviyek ji tevahiya şoreşgerê cîhanê re, bi hezara bûn hewariyên ku ji bo edalet, wekhevî, jiyana azad û bi rûmet kar kirin û bi  bi wêrektî şer kirin. Li her çar aliyê Kurdistanê bûn pêşengê avakirina civakeke  azad û demokratîk bi pêşengtiya jina azad.
 
Ciwanên Rojava bi rihê Egîd efsaneyên lehengiyê nivîsandin 
 
Li Rojavayê Kurdistanê bi rih û  fedekariya fermandar Egîd ciwanên YPJ/YPG'ê  efsaneyên lehengiyê nivîsandin û  pêşengtiya ciwanên di nava QSD'ê de ji ereb, suryan û tirkmen ku herêmên xwe parastin û di cîhanê de bûn mînak.
 
Li Heftanînê bi rihê 15'ê Tebaxê êrîşên faşîzmê hildiweşe 
 
Îro jî li Heftenînê  di şexsê şehîd Esmer  û şehîd Nûcan de efsaneyên nû tên nivîsandin ku rûpelê dîroka zêrîn zengîntir dike bi sekna gelên herêmê yê berxwedêr re dibe yek û erîşê faşîzmê hildiweşîne. Em carek din pêngava 15'ê Tebaxê pîroz dikin û wê her û her serkeftin ya gelê berxwedêr be. Bijî têkoşîna Gelê Kurd û Bijî têkoşîna gelên berxwedêr."