Jinên li dijî vekişandina Peymana Stenbolê derketin hatin binçavkirin

  • 16:58 13 Tebax 2020
  • Rojane
STENBOL - Jinên li ber Rojnameya Yenî Akîtê ji bo Peymana Stenbolê çalakî li dar xistin hatin binçavkirin.  
 
Endamên Rizgariya Jinan, ji ber piştgiriya wê ya vekişandina ji Peymana Stenbolê, li ber Rojnameya Yenî Akîtê çalakî li dar xistin. Jinan li vir pankarta “Wê dijminên jinan- LGBTÎ’yan bêdeng bibin û Peymana Stenbolê pêk bê” vekirin û xwestin daxuyanî bidin. Lê polisan destûr neda û mudaxaleyî jinan kir û jinên bi navê Yildiz Îdîl, Bûrcûgul Çûbûk, Başak Yeşîlot û Seher Beytaş binçav kirin.