Li Agiriyê mirina bi guman a jinekê

  • 16:56 13 Tebax 2020
  • Rojane
AGIRÎ - Li navçeya Avkevirkê Perîhan Pekgoz bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Agiriyê mirinek bi guman ya jineke din jî çêbû. Li gundê Gewduşa Jêrê yê Navçeya Avkevirkê ya Agiriyê Perîhan Pekgoz bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Perîhana 40 salî serê sibehê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye. Hat îdiakirin ku Perîhan xwe întihar kiriye. 
 
Di mehên dawî de di 7-9-26'ê Gulanê 3 jinî di 4 û 11'ê Hezîranê de jî 2 jinî li Agiriyê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.