345 mêran têkildarî Peymana Stenbolê danezan parve kirin

  • 16:38 13 Tebax 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 345 mêran bi danezana ku weşandin piştgirî dan Peymana Stenbolê. 
 
Ji bo piştgiriya Peymana Stenbolê ya bi têkoşîna jinê hat îmzekirin û niha ji aliyê AKP'ê ve tê xwestin bê feshkirin 345 mêran bi danezana ku weşandin piştgirî dan. Mêran bi vîdeoyekê danezan xwendin. Dengdayin ji aliyê muzisyen, bestekar, nivîskarê gotinan û parêzvanê mafê mirovan Şanar Yurdatapan kir. 
 
Di danezanê de hat gotin di têkoşîna "heq û wekheviyê de" em li gel jinan e.