Parêzerên Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

  • 15:17 13 Tebax 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi mûwekîllên xwe re hevîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlhiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Nevroz Ûysal, Mazlûm Dînç, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol, ji bo ku sibê bi mûwekîllên xwe re hevîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Abdullah Ocalan Newroz Ûysal û Rezan Sarica, piştî 8 salan di navbera 2’ê gulanê û 7’ê tebaxa 2019’an de 5 caran hevdîtin pêk anîbûn. Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve bi erênî ne jî bi neyînî bersiva serlêdanên hevdîtina parêzeran nayê dayîn.