Li Şehbayê Şaredariyên Gel kampên koçberan paqij dikin

  • 11:31 13 Tebax 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Bi belavbûna Vîrusa Koronayê re Şaredariyên Gel ên li Kantona Şehbayê bi alîkariya Meclîs û Komînan dest bi kampanyaya paqijkirina Kampa Serdemê kirin.
 
Bi belavbûna Vîrusa Koronayê re (Covid 19) li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewş ber bi xeteriyeke mezin ve diçe. Xeteriya zêde ya belavbûna vîrusê ser kampên koçberan heye. Şaredariyên Gel ên li Kantona Şehbayê bi alîkariya Meclîs û Komînan dest bi kampanyaya paqijkirina kampa Serdemê kirin. Di hemleyê de  Endamên Şaredariya Gel, Endamên Meclîsa Kampa Serdemê û Endamên komînan beşdar bûn. Têkildarî mijarê Hevseroka Komîna Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê Cîhan Reşîd armancên vê hemleyê ji me re parve kir. 
 
'Paqijiya kampan pir girîng e'
 
Cîhanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hemleya paqijiyê û wiha got: "Bi belavbûna Vîrusa Koronayê re ev hemleya me ya paqijiyê  pir girîng e. Ji bo ku em nehêlin ev vîrus di nava gelê me yê li Şehbayê de belav bibe, me dest bi hemleya paqijiyê kir. Ji ber rewşa kampan ji ya bajaran xerabtir e û pir zehmet e. Ji bo parastina jiyanan gelê xwe em amade ne her tiştî bikin. Em dixwazin şêniyên kampê jî li paqijiya xwe û derdora xwe miqate bin. Bi hêviya jiyaneke bi tendurist ji bo hemû mirovan.”
 
Hêjayî gotinê ye ku wê ev hemleya paqijiyê li kampên koçberan ya Veger û Berxwedanê jî bê çêkirin û tevahî kamp dê bên dezefentekirin.