Li Rojava 27 kesên din bi Vîrusa Koronayê ketin

  • 10:18 13 Tebax 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di saetên sibehê de ragihand ku 27 kesên din bi Vîrusa Koronayê ketine. 
 
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 27 kesên din li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Vîrusa Koronayê ketine yek ji wan jî jiyana xwe ji dest daye. Kesên ku vîrûs wergirtine 23 kes ji Herêma Cizîrê ne û 4 kes jî ji Şehbayê pê ketine. Bi vê hejmarê kesên ku vîrusê ketine digihêje 171 kesî. Ji wan 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 kes jî re rewşa wan baş bûye. 
 
Desteya tenduristiyê bang li şêniyên herêmê kir ku li gor biryarên qedexeyê tev bigerin, ji ber êdî rewşa herêmê ber bi xeteriyeke mezin ve diçe.