'Em ê bi têkoşînê rê li ber nîqaşên peymana Stenbolê bigirin'

  • 09:19 13 Tebax 2020
  • Rojane
STENBOL- Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, da zanîn ku îqtîdar dixwaze li gorî xwe modeleke jinê ava bike û got: "Ji ber vê jî bi taybetî destkeftiyên jinan hedef digire. Lê belê bi saya rêxistinbûnên jinan tu encam negirt."
 
Li Tirkiyeyê ji bo jinan mijara sereke Peymana Stenbolê ye. Derbarê mijarê de gelek nîqaş hatin kirin û çalakî hatin lidarxistin. Di nava nîqaşan de li ser êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan jî nirxandin hatin kirin û jinan destnîşan kirin îqtîdar bi her rêbazê dixwaze destkeftiyên jinan ji holê rake. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, geşedanên dawiyê ya derbarê jinan de ji ajansa me re axivî. 
 
'Dixwaze serdestiya xwe xurt bike'
 
Zuleyha, destnîşan kir ku demek dirêjê îqtîdara AKP-MHP'ê hewl dide ku têkoşîna jinê paşve bibe û got: "Tayînkirina qeyûman, girtin û binçavkirina endamên rêxistinên jinan, pêşnûmeqanûna efûkirina tecawizkaran, qanûna notirvanan, qanûna sansurkirina medyaya civakî, nîqaşên derbarê betalkirina Peymana Stenbolê. Ev tişt nîşan dide ku îqtîdar jinan hedef girtiye. Li hemberî jinên kurd pêngava girtin û binçavkirinê daye destpêkirin. Dixwaze serdestiya mêr xurt bike û 'jina herî bi maqûl' li gorî xwe modeleke jinê ava dike."
 
'Destkeftiyên jinan hedef tê girtin'
 
Zuleyha, di axaftina xwe de bal kişand ser avakirina modela jinê ya îqtîdarê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bo avakirina modela xwe jî hemû destkeftiyên jinan hedef digire îqtîdar. Lê belê bi têkoşîna hevpar nikare encamekî bigirine. Demek dirêje li kolanan têkoşîna azadiya jinan û têkoşîna femînistan tê dayîn. Jin qadên xwe terk nekirin. Di her serdemê de jin li pêş bûn û gotinên xwe anîn ziman. Ev rewşa jinê îqtîdarê ditirsîne. Li hemberî nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê hewldanekî girîng pêk hat û îqtîdar neçar ma ku paşve gav bavêje. Her wiha jinên ku di nava AKP’'ê de cih digirin jî bertek nîşanî nîqaşkirina betalkirina Peymana Stenbolê dan. Ji ber bertekan civîna ku derbarê betalkirinê de dê bihata kirin betal kirin û gotinên xwe guherandin. Bi vê rewşê xwestin helwesta civakî û jinan bipîvîn. Lê belê heke bertek nehatibana nîşandan ev peyman dê bihata betalkirin. Niha jî betalkirina nîqaşên çend xalên ku di peymanê de heyî tê kirin. Ev rewşekî xeternak e. Ev di esasê xwe de tê wateya ku peymanê pratîze nekin. Divê li hemberî wê heyî hewldanekî xurt bê nîşandan." 
 
'Îqtîdar êdî têk çûye'
 
Zuleyha, da zanîn ku roja ku Ayasofya ji îbadetê re hat vekirin nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê ket rojevê û wiha axivî: "Îqtîdar jî dizane êdî têk diçe. Di encamên raya giştî de jî ev tişt xuya dike. Ji hemû derfetên sûde girt, piştî êrîşên civaka maxalîf û tayînkirina qeyûman rayên îqtîdarê kêm bûn. Êdî civak ji îqtîdarê razî nîne. Qeyrana aborî, bêadeletî, polîtîkayên şer û kuştina jnan êdî di nava civakê de nayê qebûlkirin. Bi taybetî jî êdî ciwan razî nîne. Li Tirkiyeyê nifûsa ciwanan zêde ye. Cihê ciwan xwe bînin ziman nîne. Êdî îqtîdar nikare civakê îkna bike. Civak ne çapemeniya alîgir, çapemeniya ku gel guhdar dike dişopîne. Niha rêbazekî cuda ya bi zorê heye û dibêjin 'Heke tu razî nebî, ez ê te bigirim' bi vî şeklî civakê tehdît dikin."
 
'Em paşve gav navêjin'
 
Parlamenter Zuleyha, gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Em bi hêza jinan li meclîsê bi hêz dibin û dibin xwedî gotinan. Daxuyaniyên ku li derve hatî qedexekirin em li meclîsê tînin ziman. Gelek rêxistinên jinan li Tirkiyeyê hene ji ber vê jî êdî îqtîdar nikare bêje em ê Peymana Stenbolê bêtal bikin. Ji ber ku li dijî vê yekî hezekî gelek xurt heye. Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Jinên Tirk bi tecrûbeyên xwe yên bi salan têkoşîneke hevpar dan meşandin. Têkoşîna jinan tu carî paşve gavan navêje. Em ê heta wekheviya jin û mêran pêk bê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi ser kevin."