Dayika Dîdema di rojiya mirinê de: Bêdengî erêkirina mirinê ye

  • 09:17 13 Tebax 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Dîdem Akman li dijî zêdebûna zext û tecrîda li girtîgehan ji bo şerdên jiyana mirovî dest bi rojiya mirinê kiribû. Dayika Dîdemê, Zulfiye Akman têkildarî mijarê wiha got:"Ha te pê li çekê kiriye ku ji bo tu berdî ha tu bêndeg mayî. Bêdengî erêkirina mirinê ye."
 
Di 18'ê Sibatê de Dîdem Akman û Ozgur Karakaya li Girtîgeha Girtî ya Şakranê ya li Navçeya Aliaga ya Îzmîrê bi daxwaza darizandina adîlane û başkirina şerdên li girtîgehê dest bi rojiya mirinê kiribûn. Rojiya mirinê ya Dîdem û Ozgur dewam dike. Dayika Dîdemê Zulfiye Akman diyar kir ku Dîdemê gelekî kîlo daye û nigên wê bûye birîn. Her wiha ji ber nikare serê xwe bişo porê xwe jê kiriye. Zulfiye diyar kir ku daxwaza wan a ji bo refakata ji bo Dîdemê hatiye redkirin. Zulfiyeyê diyar kir ku divê ji bo Parêzer Ebru Timtik, Aytaç Unsal, Ozgur Karakaya û Dîdemê kesek bêdeng nemînin. 
 
'Ma qey dema em dixwin em dijîn?'
 
Zulfiyeyê wiha dewam kir:"Ez di 2'yê Adarê de çûm hevdîtinê û min jî Dîdemê re got 'ma qey tu dixwazî min zindî têxe mezel?'. Dîdemê jî got 'dayê ma qey dema em dixwin em dijîn?'Tu dibînî em çi dibînin. 45 deqeyan jî li me dikin jehr. Sohbeta hevaltiyê tune ye. Cezayên hevdîtin û têkiliyê didin. Yek diqede ya din dest pê dike. Hewadarkirin tenê saeteke. Me gelek carî daxwazname şandin da ku saetê zêde bikin. Min bi mudur re hevdîtin kir. Wî jî got pir qerebalix e û têrê nake. "
 
'Li ser ranzaya bê livîn razandibûn'
 
Zulfiyeyê da zanîn ku Dîdemê her dem li dijî neheqiyan li berxwe daye û wiha got: "Dîdemê ji bo şerd û merc serast bibin du caran hucreya xwe şewitandiye. Ji bo ew zextên li ser wê rabe pir li berxwe da. Hefteyekê li ser ranzaya bê livîn razandibûn. Min got 'çima wiha dikin ez ê wan bidim televiyonê, keça min ne bi tenê ye."
 
Berteka peywirdarên wezaretê ya 'dimirin bila bimirin'
 
Zulfiyeyê diyar kir ku wê daxwaza refakatê ji wezaretê kiriye û gotiye 'dema keça min rabe serê wê gêj bibe ew ê li derekê bikeve em ê hesabê vê yekê ji ku pirs bikin?'. Zulfiyeyê got dema wê wiha gotiye peywirdarên wezaretê gotine 'dimirin bila bimirin'.
 
'Kesên bêdeng in ew jî ji mirinê berpirs in'
 
Zulfiyeyê wiha got:"Mustafa Koçak, Hêlîn Bolek, Îbrahîm Gokçek ji ber bêdengiyê jiyana xwe ji dest dan. Zarokên me ji bo şerdên wan bên başkirin û darizandineke adîlane dest bi rojiya mirinê dikin. Niha Ebrû, Aytaç, Ozgur û Dîdem di rojiya mirinê de ne. Nebin kujerê van çar ciwanan. Ez bang li rexistinên civakî yên sîvîl, hunermend û Wezareta Dadê dikim dengê zarokên me bibihîsin. Dilê dayikan şewitiye bila zêdetir neşewite."
 
'Helwesta kêfî ya girtîgehan di raporan de cih nagire'
 
Zulfiye diyar kir ku saziyên raporên girtîgehan amade dikin tenê wekî ku tabloyeke baş hebe nîşan didin û wiha dewam kir:"Di 24 saetan de tenê saetekê ji bo sitendina hewayê girtiyan derdixin. Qirêjiya hucreya jor diherike. Xanima Mudur dibêje prosedur wiha ye. Li Girtîgehên Kiriklar, Îzmîrê saetek hevdîtin heye li vir 45 deqe. Zagonên xwe jî pêk naynin."
 
'Ez mûxatap nabînim'
 
Zulfiyeyê da zanîn ku qebheta rêveberiya girtîgehê pir zêde ye û wiha got:"Keça min her meh daxwazname ji bo rêveberiya girtîgehê şand. Her ku min dixwest ez hevdîtinê pêk bînim mudure xanim tune bû. Ez mûxatap nabînim. Dozgerê Alîaga bersivê dide ew jî dibêje rewşa girtîgehan wiha ye. Dema min roja sêşemê keça xwe dît ez nikaribûm raketama. Di 5'ê Tebaxê de min ji bo keça xwe refakatkar xwest lê nehat qebûlkirin."
 
'Polîs çima wekî dijminan tev digerin?'
 
Zulfiye herî dawî wiha got:"Ji bo ez dengê keça xwe bibihîsim em wekî 6 kesan ji Îzmîrê, Stenbolê, Bursayê çûn Enqereyê ber Wezareta Dadê û 100 polîsî mudaxaleyî me kirin. Min bi kelepçeya berovajî ceza kirin. 2 şev û 2 rojan min xistin wezaretê. Min got ez ne terorist im ez dayikeke 70 salî me. Em edaletê dixwazin. Li ser tişortên me 'Bila Ebrû, Aytaç, Ozgur û Dîdem bijîn' hatibû nivîsandin. Çeka me ev bû. Polîs çima wekî dijminan tev digerin? Nameyên keça min dinivîse naşînin. Girtiyan di nava qefesan de dibin gel bijîşk. Girtî dibêjin em nakevin qafesan û nayên tedawîkirin. Girtî ji bo tedawî bibin ketin rojiya mirinê."