Qedexeya li Mêrdînê hat rakirin
- 09:49 10 Tebax 2020
- Rojane
MÊRDÎN - Qedexeya derketina derve ya ji ber operasyonên leşkerî li Dêrik û Şemrexê hatibû îlankirin bi dawî bû.
Do saet di 19.30'an de li Kuçeya Şêbê ya Şemrexê, Kaniya Elî û Şêba Jêra Dêrikê û li herêma Eyndilbê pevçûn çêbû. Piştî pevçûnê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin.
Walîtiya Mêrdînê daxuyanî da û ragihand ku qedexe bi dawî bûye.