Qedexeya li Mêrdînê hat rakirin 2020-08-10 09:49:35   MÊRDÎN - Qedexeya derketina derve ya ji ber operasyonên leşkerî li Dêrik û Şemrexê hatibû îlankirin bi dawî bû.    Do saet di 19.30'an de li Kuçeya Şêbê ya Şemrexê, Kaniya Elî û Şêba Jêra Dêrikê û li herêma Eyndilbê pevçûn çêbû. Piştî pevçûnê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin.    Walîtiya Mêrdînê daxuyanî da û ragihand ku qedexe bi dawî bûye.