Maşîneya karkerên çandiniyê qulipî: 20 karker birîndar bûn
- 10:16 7 Tebax 2020
- Rojane
RIHA - Li Navçeya Sîweregê ya Rihayê maşîneya karkerên çandiniyê qulipî û 20 karker birîndar bûn.
Li Navçeya Sîweregê ya Rihayê maşîneya karkerên çandiniyê qulipî. Di qezayê de 20 karkerên çandiniyê birîndar bûn. Piştî qezayê yekîneyên serwîsa lezgîn a 112 hatin cihê bûyerê û karkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên Dewletê yên Sîwereg û Rihayê.