Maşîneya karkerên çandiniyê qulipî: 20 karker birîndar bûn 2020-08-07 10:16:51   RIHA - Li Navçeya Sîweregê ya Rihayê maşîneya karkerên çandiniyê qulipî û 20 karker birîndar bûn.    Li Navçeya Sîweregê ya Rihayê maşîneya karkerên çandiniyê qulipî. Di qezayê de 20 karkerên çandiniyê birîndar bûn. Piştî qezayê yekîneyên serwîsa lezgîn a 112 hatin cihê bûyerê û karkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên Dewletê yên Sîwereg û Rihayê.