Rojnameger Gulîstan Aksoy jiyana xwe ji dest da
- 14:43 5 Tebax 2020
- Rojane
MÊRDÎN - Rojnameger Gulîstan Aksoy a ku li Elmanyayê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.
Rojnameger Gûlistan Aksoy a li Girê Spî yê Rojava di sala 2015'an de maşîna DAIŞ’ê pêde teqiya û birîndar bû, demek dirêj e li Elmanyayê tedawî dît. Gulistan Aksoy, çend roj berê li Almanyayê jiyana xwe ji dest da. Malbata Gulîstanê cenazeyê keça xwe wergirt û li Mêrdînê defin kir. Malbatê piştî vecîbeyên olî, cenazeyê Gulîstan li gundê Baqistanê yê girêdahiya navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi tevlîbûna malbat û hevalên wê hat definkirin.