Rojnameger Gulîstan Aksoy jiyana xwe ji dest da 2020-08-05 14:43:24   MÊRDÎN - Rojnameger Gulîstan Aksoy a ku li Elmanyayê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.    Rojnameger Gûlistan Aksoy a li Girê Spî yê Rojava di sala 2015'an de maşîna DAIŞ’ê pêde teqiya û birîndar bû, demek dirêj e li Elmanyayê tedawî dît. Gulistan Aksoy, çend roj berê li Almanyayê jiyana xwe ji dest da. Malbata Gulîstanê cenazeyê keça xwe wergirt û li Mêrdînê defin kir. Malbatê piştî vecîbeyên olî, cenazeyê Gulîstan  li gundê Baqistanê yê girêdahiya navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi tevlîbûna malbat û hevalên wê hat  definkirin.