Bersûcê tundiyê Huseyin Bengî hat girtin

  • 10:43 4 Tebax 2020
  • Rojane
HATAY - Huseyîn Bengî yê ku li Navçeya Dortyolê tundiya sîstematîk li Hatice Bengî û li zarokên xwe kir hat girtin. 
 
Li Dortyala Hataytê Huseyin Bengî tundiya sîstematîk li Hatice Bengi ya pê re zewicî û li zarokên xwe kir. Hatice û zarokên wê yên li ser medyaya civakî alîkarî xwest anîn ziman ku ew dixwazin bersûc bê girtin. 
 
Huseyin Bengî yê ku berê hatibû binçavkirin û piştre hat girtin li ser bertekan bi daxwaza Dozgerê Komarê derxistin Dadgeha Nobedar û hat girtin.